AGIRÎ - Li Agiriyê sewalvanan, diyar kirin ku hemû çavkaniyên aboriyê li şer xerc dikin û gotin: "Êdî xema îktîdarê ne gel e, şer e." Sewalvanan, destnîşan kir ku divê her kes li dijî vê alozî, krîz û şer derkev in.
Bertekên li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Lê belê gel ji ber vê rewşê nerihet e û diyar dikin ku çavkaniyên aborî ji bo şer tên xerckirin. Sewalvanên li Borsaya Heywanan a Agiriyê, bilêv kirin ku ji ber krîza aborî sewlvanî nemaye. Sewlavnan, bilêv kir ku wê bi vî şerî re krîza li welat hîn kûrtir bibe.
‘ÇI HEBE JI BO FÎŞEK, TANQ Û BLAFIRÊN ŞERÎ TÊ XERCKIRIN'
Sewalvan Asaf Baykan, bilêv kir ku li herêmê mirov bi sewalvanî û cotkariyê dibera xwe dikin, lê belê ji ber krîza aborî û zemên tên kirin ev çend sal e êdî kes nikare bi sewalvanî û cotkariyê jî debara xwe bike.
Baykan, diyar kir ku sedema krîz û zeman jî pereyên ji bo şer tên xerckirin in û got: "Di qaseya dewletê de çi hebe hemû ji bo tanq, fîşek û balafirên şerî tê xerckirin. Cotkar, gel en xema vê îktîdarê ye. Xema wê tenê şer e. Bila werin û xwe têxin şûna gel, hela bê debara xwe dikin an na? Divê her kes li dijî vî şerî, krîz û aloziyê derkeve û bêje êdî bes e."
Sewalvan Hasan Kalkan jî bilêv kir ku êdî nikarin bi sewalvaniyê debara xwe bikin û got, berê wan çilekek bi 3 hezaran difirot lê belê niha bi hezar lîreyî difiroşin. Kalkan, got: "Êdî her tişt pir biha bûye. Vêca em ê çawa nan bibin mala xwe? Vî gelî bi birçîbûnê terbiye dikin. Êdî bes e."
'DEWLET JI BO TIŞTÊN DIN PEREYAN XERC DIKE'
Sewalvan Ahmet Akaryûnûs jî bilêv kir ku ji ber bihabûna êm, ceryan û sotemeniyê nikarin debara xwe bikin û got: "4 sal berê bi sedan heywanên min hebûn. Çimkî me qezenc dikir. Lê niha bi zorê dikarim 4 çêlekan xwedî bikim." Akaryûnûs, diyar kir ku êdî sewalvanî ne wekî berê ye û got: "Pere bi mirivan re nemaye ku heywanan bikirin û bifiroşin. Kîsê êm bûye 120 lîre. Dewlet ne ji bo me, ji bo tiştên cuda pereyan xerc dike. Wê mirov ji ber birçîbûnê êdî diziyê bike."