NAVENDA NÛÇEYAN - Rûspiyên eşîrên Ereban ên herêmên Cizîr û Dêrazorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Aşkere kirin ku ew li dijî êrîşên Tirkiyeyê, piştgiriya berxwedana QSD’ê dikin. Ruspiyan, bal kişandin ku êrîş û operasyona wê hebûna DAIŞ‘ê zindî bike.
Rûspiyên eşîrên Herêmên Cizîrê û Dêrazorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina sivîlan, îro li qada Akademiya Şehîd Brosk a taybet a QSD’ê ya li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê daxuyanî da çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Eşîrên Herêmê Şêx Silêman Derwîş ve hat xwendin.
Şêx Silêman Derwîş, diyar kir ku di dirêjahiya salên borî de, QSD’ê ya ku ji pêkhateyên Sûriyeyê yên Ereb, Kurdan, Xiristiyan û Êzîdiyan pêk tê, herêm ji terora DAIŞ’ê rizgar kir û wiha got: "Îro jî li hemberî herêmên me êrîşa leşkerî tên kirin. Ev êrîş ji hêla êlên erebî yên li Sûriyeyê ve nayin qebûlkirin û wê bi sedema vegera DAIŞ'ê."
'EM ÊRÎŞAN ŞERMEZAR DIKIN'
Derwîş, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: "Em weke êlên li Cizîr û parêzgeha Dêrazorê vê destwerdana leşkerî şermezar dikin û bang li hêzên cîhanê dikin ku rawestînin û çareseriyek siysî û dîplomasî bibînin. Her wiha çi dijminatiyê ji her aliyekî ve jî red dikin. Em û ciwanên me yên şervan seferberiyê ji bo parastina xakên me yên êlên erebî yên li Dêrazor û Hesekê, radigihîn in."
BANGÎ RAYA GIŞTÎ KIRIN
Derwîş, di dawiya axaftina xwe de ev bang li raya giştî kir: "Em bang li Konseya Ewlekariyê û civaka navdewletî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û çareseriyê ji êrîşên Erdogan re yên li ser sînorê Bakurê Sûriyê yên bi armanca qirkirina etnîk, danin."