ANTALYA - Girtiyê nexweş Abdurrahman Şen li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê girtî bû, mehek piştî rapora “Dikare li girtîgehê bimîne” jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Alanya ya Antalyayê nexweşê şekir Abdurrahman Şen ê 62 salî, berî 7 mehan hat binçavkirin. Bi îdîaya “Alîkarî daye rêxistinê” hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê. Di 23’ê Mijdarê li girtîgehê rewşa Şen ne baş dibû û wî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Alanyayê. Şen li vê derê nêzî hefteyekê destên wî bi kelepçekirî hat dermankirin û îro jî jiyana xwe ji dest da. Piştî kar û barên Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê cenazayê Şen li Goristana Tosmur a Alanyayê hat definkirin.
‘CARA DAWÎN ME NEDÎT’
Keça Şen Ayşe Şen, diyar kir ku ji ber bavê wê nexweş bû, gelek caran îtîraz kirin û hemû serlêdanên wan hatin redkirin. Şen, anî ziman ku rapora “Dikare li girtîgehê bimîne” dane bavê wê û wiha axivî: “Hefteya bûrê bavê min rakirin nexweşxanê. Bavê min hefteyekê li nexweşxanê ma. Lê destûr nedan ku em wî bibînin. Di rojên wî yên dawiyê de jî me ew nedît. Heya roja dawiyê jî destên wî kelepçekirî dihat dermankirin. Wijdan di van de nemaye.”
'RAPORA DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE DANÊ’
Lijneya Tenduristiya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Zanîngeha Alaaddîn Keykubat a Alanyayê di 31’ê Cotmehê de rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” da nexweşê girtî Şen.
Piştî raporê 23 roj şûn de, rewşa Şen xerab bû û rakiri nexweşxanê.