RIHA – Nûçegihanê televîzyonên Al Arabiye û El Hades Zêdan Zêngilo yê li Kaniya Xezala operasyona li dijî Rojava dişopand hat binçavkirin.
Nûçegihanê televîzyonên navenda wan li Erebîstana Siûdî Al Arabiye û El Hades ku weşanê dikin Zêdan Zêngilo yê li navçeya Kaniya Xezala ya Rihayê operasyona Tirkiyê û komên girêdayî wê li dijî Rojava dişopand hat binçavkirin. Zêngilo di kêliya weşanê dikir ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Zêngilo ji Rihayê şandin Stenbolê û tê payîn wî dersînor bikin û hat zanîn ku destûra niştecihbûna wî jî hatiye betalkirin.