RIHA – MSB’ê gotibû ku “Serêkaniyê ketiye bin kontrola” wan. Lê HSD’ê ragihand ku êrîşên eskerên tirk û hêzên bi pere ku xwestine bikevin bajêr şikendine û kontrola bajêr di destê wan de ye.
Êrîşên Tirkiyê û hêzên di bin navê OSO de ku wan bi pereyan girtiye 4 roj in êrîşî bajarên Rojava dikin. Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ji bo bajarê Serêkaniyê gotibû “Kontrola Serêkaniyê ketiye destê me.” Daxuyaniya MSB’ê ji aliyê HSD’ê ve hat derewandin û HSD’ê ragihand hêj kontrola bajêr di destê wan de ye.
Eskerên tirk û komên bi pere birine şer ji duh bi şev ve bi çekên giran dijwar êrîşî Serêkaniyê dikin. Eskerên tirk û komên xwe vê sibehê xwestin ji sê milan ve bikevin Serêkaniyê. Lê şervanên HSD’ê bersiva parastina rewa li dijî esker û komên bi pere dan nîşandan û êrîşên wan şikandin.
Şervanên HSD’ê ragihandin ku ku ji sê milan ve berxwedana xwe mezin kirine û 3 maşîneyên zirxî yên eskerên tirk rûxandine û wan paş ve şandine.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin eskerên tirk û komên wan gelek windahî dane û cenazeyê xwe li wir hiştine û paş ve çûne.
Li bajêr pevçûnên dijwar diqewimin û bajêr di destê HSD’ê de ye.