STENBOL – Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê li dijî şerê li ser Rojava derketin û banga li dijî derketina şer li her kesî kirin.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê têkildarî êrîşên Tirkiyê li ser Rojava li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê platformê Berdevkê KESK’ê yê Stenbolê Erdal Guzel daxuyanî da û diyar kir ku karker, bêkar, jin, ciwan, kedkar, endezyar, avahîsaz, bijîşk û rewşenbîr di wê ferqê de ne ku Tirkiye ber bi talûkeyê vediçe û ew li dijî şer xwedî li aştî, wekheviyê, azadiyê û demokrasiyê derdikevin.
‘LI DIJÎ ŞER BÊDENG NEMÎNIN’
Guzel da zanîn ku bi destpêkirina şerê li dijî Rojava ew bi talûkeyek mezin û nû re hevrû bûne û got: “Li dijî şer êdî dem ne dema bêdengiyê ye. Sedemê neçareserkirina şer pirsgirêka kurd e.” Guzel di dawiya daxuyaniyê de banga têkoşîna bi hev re ya l dijî şer li her aliyan kir.