HESEKÊ - Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê, li dijî şerê ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9'ê cotmehê de da destpêkirin û bi tang, top û balafiran herêmê bombe dike meşiyan û gotin: “Em xak û gelê xwe bernadin û dê heta têkbirina terora dewleta Tirk tê bikoşîn.”
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê li Qada Çarxeriya El-Sebax a bakur bajêr kom bûn. Bi hezaran welatiyên kom bûn û meşiyan, şerê Tirkiye yê bi tang, top û balafirên şer li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin bertekên xwe anîn ziman. Girsê di meşê de diruşma "Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe goristana Erdogan û DAIŞ’ê" berz kirin.
Meşê ji Çarxeriya El-Sebax dest pê kir û li kolanên sereke yên bajêr berdewam kir. Meşvanan al û pankartên "Divê NY’yê aştî û ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîn", "Silavkirina berxwedana Rojava û silavkirina berxwedana QSD’ê" berz dan û berê xwe dan Çarxeriya Agirkujiyê ya li naverasta bajêr. Şêniyê Hesekê di meşê de diyar kirin ku xaka wan bi xwîna kec û xortan hatiye avtan. Welatiyan da zanîn ku li herêmê topbarana bêserûber ên li dijî sivîlan didome û bang li NY’yê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku êrîşên Tirkiyeyê rawestînin. Meş bi diruşmên ku banga bidawîkirina dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.