AMED – Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan û Cîgira Hevserokên ESP’ê Beyan Taşkiran jî di nav de 26 kesên ji ber xwestibûn daxuyanî bidin û hatibûn binçavkirin derxistin edliyê.
Li Amedê di 10’ê cotmehê de HDP’ê xwest li Kolana Lîseyê çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman li dar bixe. Polîsan çalakî bi hênceta “biryara walîtiyê” qedexe kir. Li ser vê yekê girseya HDP’iyan çû ber avahiya bajêr a HDP’ê û xwest li vir daxuyanî bide. Polîsan bi tundî mudaxeleyî HDP’iyan kir û 26 kesan binçav kiribû.
26 binçavkirî piştî îfade dayîna li emniyeta Amedê sewqî Dadgeha Amedê hatin kirin. Tê payîn dozger îfadeyan bigire.
Parlamenter û rêveberên HDP’ê û xizmên binavkiriyan ên xwestin li ber edliyê kom bibin lê polîsan astengî derxist û wan ji ber edliyê dûr kir.
Navên kesên di binçavan de wiha ne: Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, Cîgira Hevserokên ESP’ê Beycan Taşkiran, Hevşaredara Licê Rûken Yilmaz, Hevşaredarê Karazê Kocaköy Kasim Pervane, Cîgirê Hevserokên HDP’a Amedê M. Sayît Demîr, Hevseroka HDP’a Rezan3e Fatma Kavmaz, encûmên Şaredariya Amedê Ceylan Aslan û Nevriye Çur, rêveberê HDP’a Amedê Halef Caruş, endamê PM’ê yê HDP’ê Şahîn Tanrikulu, Hevserokê HDP’a Erxenî Zulkuf Bîrgul, Rêveberê HDP’a Hênê Îbrahîm Kaya, rêveberê HDP’ê Tahsîn Donat, endamên HDP’ê A. Bahrî Bavlat, Emîne Kaya, Zekî Kanay, Mahmut Azarak, Yunus Ozdemîr, Muhammed Erkîs, Huseyîn Aytekîn, Yusuf Andan, Yusuf Ziya Yavuz, Arzu Kizilkaya, Şehrîban Zugurlî, Şîrîn Aslan.