AMED - Bi hinceta ku "progandaya rêxistinê" kiriye cezayê 'girtîgeha malê' dan Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Vahît Aba ku li Amedê bi serdegirtina malê de hatibû binçavkirin.
Duh polisan bi ser mala Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Vahît Aba de girtibû û ew binçav kiribûn. Aba îro ji emniyetê sewqî edliyayê kirin û li dadgehê bi hinceta ku daxuyaniya PAK'ê ya têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiriye, bi angaşta "progandaya rêxistinê" cezayê 'girtîgeha malê' lê birîn. PAK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî biryara dadgehê şermezar kir û daxwaz kir ku cezayê Aba demildest bê rakirin.