SERÊKANIYÊ - Rojnameger û Nûçegîhanê Ajansa Firatê (ANF) Ersîn Çaksû ji navenda Serêkaniyê agahî da û diyar kir ku di van kêliyan de TSK hem bi balafirên şer û hem jî bi tang û topan navenda bajar bombe dike.
Rojnameger û Nûçegîhanê Ajansa Firatê (ANF) Ersin Çaksu, ji navenda Bajarê Serêkaniyê ragihand û diyar kir ku daxuyaniyên çapemeniya Tirkiyeyê ya "Bajar hat paqijkirin" ne rast e. Çaksu, di saetên nîvro de ji navenda bajar agahî parve kirin û wiha got: "Niha şerekî pir dijwar heye. Balafirên şer ên Tirkiye ji hewa de bajêr bombe dikin. Dîsa ji bejayî jî bi tang û topan bajêr bombe dikin. Niha saet 12:30 e. Di vê kêliyê de di navbera Şervanên QSD û eskerên TSK'ê de şerekî dijwar heye. TSK û komên grêdayî wê rojhilat û rojavayê bajar ji hewa û bejayî ve bombe dikin. Bajêr bi topên obusan bombe dikin. Bombe li qadên sivîl dikevin û gelek sivîl jiyana xwe ji dest didin. Di êrîşan de Nexweşxaneya Roj jî bombe kirin. Şervanên QSD'ê li rojhilat û Rojavayê bajar bi artêşa Tirk re şerekî dijwar dimeşînin û darbeyên giran li wan xistin."