AMED - Polîsan biryara Walîtiya Amedê hincet nîşan da û destûr neda Rêxistina HDP'ê û nûnerên partiyên siyasi li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiya Nobeta Demokrasiyê li dar bixin. Polîsan parlamenterên HDP'ê yên xwestin çalakiyê li dar bixin dorpêç kirin. Welatiyan jî li dijî vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Rêxistina HDP’ê ya Amedê li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Mêrdîn û Amedê xwestin çalakiya Nobeta Demokrasiyê li Kolana Lîseyê berdewam bikin. Lê polisan biryara Walîtiyê ku çalakî qedexe kirine hincet nîşan da û destûr nedan ku HDP'î çalakiyê li dar bixin. Polîsan di saetên serê sibê de Kolana Lîse ya li hemberî Şaredariya Amedê dorpêç kirin. Polîsan kolan li trafîkê girt û destûr nedan ku çalakger derbasî qada nobetê bibin. Polîsan bi maşîneyên TOMA û zirxî rê girt û gelek hêzên çevîk li qadê kom bûn. Polîsan destûr nedan ku rojnameger jî derbasî qadê bibin. Polîsan biryara Walîtiyê ya di navbera 3-17'ê cotmehê de stendibû hincet nîşan da û destûr nedan ku nobet bê girtin.
POLÎSAN ROJNAMEGER JI QADÊ TÛR XISTIN
Li dijî astengiya polîsan parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Saliha Aydeniz û Musa Farisogullari û rêveberên HDP'î xwestin çalakiyê li dar bixin. Polisan parlamenterên HDP'î dorpêç kirin û welatî û rojnameger ji qadê dûr xistin. Koma rastî astengiyan hat li dijî dorpêça polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Dorpêça polîsan a li dora parlamenterên HDP'ê û çalakiya komê ya rûniştinê didome.