STENBOL - Polîsan di hefteya 759’emîn a çalakiya bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin a Dayikên Şemiyê de, mudaxile kirin.
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl werin darizandin, di hefteya 759’emîn de çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Stenbolê li dar xist. Dayikên Şemiyê û gelek kes beşdar bûn û wêneyên windayan û qurnefil hildan.
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de, aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di dema darbeya 12'ê Îlonê dibin çavan de hat windakirin pirsîn. Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyaniya çapemeniyê ya vê heftê xwend. Çi dema ku Yolerî ji bo operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got "Dagirkerî" polîsan mudaxileyî çalakgeran kirin.
Polîsan malbat derp kirin û ew dehfî avahiya Şaxa ÎHD'ê kirin û gaza îsotê avêtin avahiya şaxê.