QAMIŞLO - TSK'ê ji navçeya Nisêbînê bi çekan êrîşî Bajarê Qamişlo kir. Di êrîşê de jineke ciwan jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) ji Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi çekan gule barandin ser bajarê Qamişloyê. Di gulebaranê de jina ciwan Îman Îbrahîm a 24 salî jiyana xwe ji dest da. Jina ciwan a bi giranî birîndar bû yekser rakirin nexweşxaneyê. Îman Îbrahim di rêde jiyana xwe ji dest da.