ŞIRNEX - Li Şirnexê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.
Li Şirnexê, di serdegirtina malan a serê sibê de 5 kesên navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku her 5 kes ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî yên derbarê operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hatin binçavkirin.
Li aliyê din, îfade dayîna 30 kesên di nav de endamên meclîsa HDP’ê jî hene, yên çend roj berê li Mêrdîn û navçeyên wê hatibûn binçavkirin, dest pê kiriye.