ÎZMÎR - Akademîsyenên Aştiyê, li dijî şerê ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku şer Sûcê mirovahiyê ye. Akademisyenên Aştiyê xwest hemû muxalifên siyasî yên alîgirê demokrasî û dewleta hiqûqê li dijî şer bi rêgez û seknek xurt helwestê nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin.
Akademîsyenên ku deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û bi KHK'ê hatin îxrackirin, li dijî operasyona ku Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin bertekên xwe anîn ziman.
Hîndekara Beşa Felsefeyê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Egeyê Prof. Dr. Nilgun Toker a hatiye îxrackirin, diyar kir ku mirovan ji axa wan dûr bixin, hovîtiyek pir mezin e û wiha got: "Welatên cîhanê vê yekê bêtir sor dikin. Mirov bêtir ji mirovahiyê dûr dikevin. Yek ji sedema van êrişan ji ber ku îktidar nikare bêyî şer hebûna xwe berdewam bike."
‘PIŞTÎ REJÎM KET KRÎZÊ ŞER DAN DESTPÊKIRIN'
Toker, da zanîn ku îktidara Tirkiye di 5 salên dawî de bi bîrdoziya şer hebûna xwe berdewam dike û wiha got: "Dema Rejim bekaya wê dikeve krîzê serî li şer dide. Bi şer nijadperestî û dijmanintiyê pêş dixin. Hewa aştî û çareseriya demokratîk xera dikin û heviyan dişkînin. Bi şerê li dijî Sûriyeyê Kurdan wêde dikin. Li Tirkiye hemû kesên piçek daxwazên demokrasiye tînin ziman rastî lîncê tên. îro hemû kesên şer dixwazin şirîkê vî sûcî ne."
TEKÎN: LI DIJÎ ŞER DENG BILIND BIKIN'
Hîndekarê Beşa Felsefeyê yê Zanîngeha Ege Dr. Serdar Tekin yê bi KHK'ê hatiye îxrackirin jî anî ziman ku pirsgirêka di navbera mirovan de tenê bi rêya diyalog û aştiyê bê çareserkirin û wiha got: "Şerê baş tune ye. Şer di milê nirxên mirovahiyê de xerabûnê bi xwe re tînin. Rêya gelan a bi hevre bijîn ji holê radike. Îro Tirkiye di nava şer de ye. Şer ji bo gelê Tirkiye ne serkeftin û destkeftinek e. Li Tirkiyeyê pirsgirêka mafên mirovan, hiquq û demokrasiyê heye. Dive her kes li dijî şer denge xwe bilind bikin.
ZIRAMAN: EMÊ DAXWAZA AŞTIYÊ BIDOMÎNIN
Hîndekarê beşa Civaknasiyê yê Zanîngeha Mimar Sinanê Dr. Dogan Emrah Ziraman jî anî ziman ku ewê li dijî şer daxwazên aştiyê bînin ziman û wiha got: "Şer bi xwe re çi tîne me li Sûriyeyê dît. Em carek din dikevin nava şer. Me ne nekarîbû şer rawestînin. Lê dîsa li dijî şer têkoşîna me ya parastina aştiyê wê bidome."