Gelên taxên li ser sînor ku tê xwestin bên valakirin: Em ê malên xwe terk nekin

  • rojane
  • 11:22 12 Cotmeh 2019
  • |
img
RIHA - Êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket roja 4'an. Gelên taxên li ser ên navçeyên Pirsûs û Bêrecûk ku tê xwestin bên valakirin lim dijî valakirina taxên xwe bi bertek in. 
 
Êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 4'an de didome. Hêzên QSD'ê bersiv didin êrîşên hêzên OSO û TSK'ê û pevçûn li seranserê sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berbelavbûn. Li Rihayê ku piştî destpêkirina êrîşê rewşeke awarte lê heye, 3 nexweşxaneyên mezin ên dewletê yên bajar û nexweşxaneyên dewletê yên li navçeyan derbasî rewşa hewarê bûne. 
 
MIROV LI PÊŞIYA NEXWEŞXANEYAN E
 
Beşeke Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Ersoy ya li Rihayê ji leşker û OSO'yiyan re hatiye veqetandin û tê dîtin ku hin birîndarên sivîl ên li Kaniya Xezalan û Serêkaniyê jî tînin vê nexweşxaneyê. Li beşa lezgîn a nexweşxaneyê rewşeke awarte heye. Rawestîna xizmên birîndarên sivîl ên navçeyên Kaniya Xezalan û Serêkaniyê a li ber nexweşxaneyê berdewam dike û hat hînbûn ku rewşa hin birîndaran krîtîk e. Hin xizmên nexweşan ku naxwazin navê xwe bidin diyar dikin ku ji birîndarên xwe bê hêvîne û dibêjin ku xwezil ev şer çênebûna. 
 
MASEYA BEXŞANDINA XWÎNÊ YA KIZILAYÊ
 
Li heman nexweşxaneyê Kizilayê maseya xwînê hatiye danîn. Hat hînbûn ku ev mase ji bo birîndarên OSO û TSK'ê hatiye danîn. Kesên ku dixwazin xwîna xwe bibexşînin qeydên xwe li maseyê çêdikin û ji bo dayîna xwînê derbasî hundirê nexweşxaneyê dibin. Tê dîtin ku her kêliyê liv û tevgera ambûlansan li nexweşxaneyê heye. 
 
Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Şanlıûrfayê ya herî mezin a Rihayê jî 2 beşên wê ji qada leşkerî re hatiye veqetandin. Tê gotin ku piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan birîndar anîne nexweşxaneyê.  Agahî hene ku hin birîndaran jiyana xwe ji dest daye û rewşa gelekan ji wan jî giran e. Têketina sivîlan a ji bo beşa leşkerî qedexe ye. 
 
GEFA LI XEBATKARÊN NEXWEŞXANEYAN TÊ XWARIN 
 
Nexweşaxaneyeke din ku birîndar tênê jî Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê ye. Hat hînbûn ku duh bi şev 8 leşkerên ku di pevçûnan de birîndar bûne anîna vê nexweşxaneyê û rewşa wan giran e. Hat diyarkirin ku ji aliyê birîndaran ve gef li xebatkarên nexweşxaneyê tê xwarin û ji wan tê xwestin ku bi tu kesî re qet neaxivin. 
 
NEXWEŞXANE LI SIVÎLAN HAT GIRTIN
 
Hat hînbûn ku Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan ji sivîlan re hatiye girtin û ji endamên OSO û leşkeran re hatiye amadekirin. Li nexweşxaneyê rewşeke aram heye. Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê jî bi temamî ji sivîlan re hatiye girtin. 
 
KANIYA XEZALAN
 
Her çiqas Kaniya Xezalan ku bûye baregeha êrîşa hatiye destpêkirin, di nava rojê de rewş lê aram bixwuyê jî tê dîtin ku endamên OSO û MÎT'ê lê xebatên keşfê didomînin. Tê ragihandin ku li gundê Yabsê yê ku dikeve rojavayê navçeyê pevçûneke dijwar heye. Tê gotin ku endamên OSO'yê hewl didin li vî gundî bi pêş ve biçin lê nikarin biçin. Di saetên berê êvarê gelek endamên OSO'yê sewqî navçeyê hatin kirin û di saetên şevê de jî sewqî qada şer hatin kirin. 
 
SERÊKANIYÊ
 
Di nav rojê de ji Serêkaniyê Rihayê ji milên ve bi obusan li aliyê rojhilat û rojavayê Serêkaniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan. Di nav rojê de gelek caran balafiran jî bombe li bajar barandin. Ev bombebarandin heta saetên derengên şevê berdewam kirin. 
 
TÊKETINA ROJNAMEGERAN A BAJAR ASTENG KIRIN
 
Li Serêkaniyê di nav rojê de timtik liv û tevgera ambûlansan hebû û hat hînbûn gelek birîndar û cenazeyan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Sewqkirina leşkerî di nav rojê de jî berdewam kir. Niştecihên navçeyê yên ku ji ber êrîşan malên xwe terk kirin jî derbasî navçe û bajarên derdorê bûn. Dizên ku vê çûnê weke fersend dîtin ketin gelek malan dizî kirin. Keyayê taxa Tûrgût Ozal Mehmet Saît Avci ku me bi rêya telefonê xwe gihandê diyar kir ku ji ber êrîşan malên xwe terk kirine lê agahî ji wan re tên ku li navçeyê gelek dizî tê kirin. Her wiha akredîtasyon li rojnamegeran tê rezkirin û destûr nayê dayîn ku rojnameger bikevin navçeyê. 
 
PIRSÛS
 
Li Pirsûsê jî gelek tank û cebilxane sewqî ser sînor hatin kirin. Ji aliyê leşkeran ve valakirina malan li niştevihên taxên li ser sînor tê ferzkirin. Lê niştecih di rawestîna taxên xwe de bi israr in. Li taxa Mehserê ji ber ketina topa hewanê ku 2 kesan jiyan xwe ji dest da bertek hene. Welatiyên gund bertek nîşanî anonsên valakirina gund a leşkeran didin. 
 
GEL MALÊN XWE TERK NEKE
 
Piştî ketina topa hewanê Qaymeqamıya Pirsûsê maseya krîzê ava kir. Maseya krîzê biryara valakirina taxên li ser sînor da û ev biryar di mizgeftan de ji welatiyan re hat ragihandin û hat xwestin ku welatî bi awayekî lez mal^n xwe terk bikin. Welatiyan bertek nîşanî biryara qaymeqamiyê da û diyar kirin ku dê malên xwe terk nekin. Di saetên şevê de jî sewqiyat leşkerî ya li Pirsûsê domiya û heta serê sibehê bombebarana li hemberî Kobanê berdewam kir. 
 
BÊRECÛK
 
Valakirina taxên li ser sînor ên Bêrecûkê dest pê kir. Li taxên Konak, Ziyaret, Zerî, Aşme, û Goktepeyê di mizgeftan de ji welatiyan hat xwestin ku malên xwe terk bikin. Welatiyên ku naxwazin malên xwe terk bikin, li malên xwe sekinandîne. Her wiha Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrûcûk ji sedî 70'ê ji leşker û endamên OSO'yê re hatiye veqetandin û nexweşxane gelek kêm sivîlan qebûl dike.

Sernavên din

13/10/2019
21:42 Macron: Divê êrîşa Tirkiyeyê raweste
21:41 SANA: Artêşa Sûriyeyê ber bi bakur ve ket nav tevgerê
20:43 Li gundên Silopya û Cizîrê jî ji bo 3 rojan navber dan perwerdehiyê
20:17 Hevserokê Komîteya Parastinê yê Herêma Firatê: Me bi Rûsya û Rejîma Sûriyeyê re li hev kir
18:09 Merkel banga operasyonê rawestînin kir
17:37 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê: Em bi temamî ji Sûriyeyê vedikişin
17:35 Nûçegîhanê ANHA Seed Ehmed di êrîşê de jiyana xwe ji dest da
17:12 Walîtiya Şirnexê bejahiya Şirnexê tev weke 'Herêma Ewlehiya Taybet' îlan kir
16:52 ‘Ya sincî parastina aştiyê ye'
16:41 Nûçegihanê ANHA Mehmed Ekîncî li Serêkaniyê birîndar bû
16:29 Polîsan xwest siyasetmedar neçin partiyê
16:18 Êrîşî karwana çû Serêkaniyê kirin: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 74 kes birîndar bûn
16:15 Platforma Jinan a Enqereyê: Em nabin perçeyê plana şer
16:15 Polisan êrîş bir ser bernameyê HDP'ê û gelek kes binçav kirin
16:05 Polisan li Edeneyê şermezarkirina şer asteng kir
16:03 Surucu: DAIŞ ji nû ve zindî dibe
15:45 Rojnameger: Ev ne operasyon e, Şer e
15:45 Leşkeran bi darê zorê ala tirk li şîna kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabûn daleqandin!
15:44 Ji 52 kesên li Nisêbînê birîndar bûn 8 jê anîn Amedê
15:27 Li Ceyhanê HDP’iyek hat girtin
15:00 Polîsan mudaxileyî meşa malbatên TAYAD’î kirin: 6 kes hatin binçvkirin
14:32 Wekîlê Serokê Meclisê Sancar: Tiştekî ji me vedişêrin heye
13:54 Li Colemêrgê îlana ‘herêma ewlekariya taybet’
13:53 Piştî êrîşa TSK'ê 895 DAIŞ'î ji girtîgeha Eyn Îsayê reviyan
13:42 TJA: Kuştina Hevrîn Xelef sûcê şer e
13:41 Nobeta Dmokrasiyê dîsa hat astengkirin
13:27 Ji NY'yê hişyariya Sûriyeyê: Sivîl bi koçberbûnê re rû bi rû ne
13:03 Siyasetmedar: Ev dagirkerî ye
13:02 Çalakiya dostên kurdan sefera THY'ê betal kir
12:47 Tosûn ê ji ber ku bi Kurdî axivîbû hat linçkirin, jiyana xwe ji dest da
12:14 Kampa koçberan a Tirkiyeyê bombebaran kir tê valekirin
11:50 Welatiyên Sînorê Rihayê: Em li welatê xwe bûn penaber
11:39 Eşîrên Ereban li gel QSD’ê ne
11:36 Tirkiye ji bo ku bikeve gundên rojavayê Kobanê pireke seyar bir Cerablûsê
11:16 Topa Hewanê li Kaniya Xezalan ket
11:12 PYD: Em banga YNK'ê ya ji bo yekîtiya Kurd erênî dibînin
11:10 Koçyîgît: Yên aştiyê dixwazin divê bi qasî yên şer dixwazin wêrek bin
11:09 Li Şirnexê 3 kesan binçav kirin
11:08 Tabûra Ermeniyan: Dixwazin salên 1915’an dubare bikin
10:55 Ji partiyên kurd banga yekitiya neteweyî
10:36 Ciwan Haco ji bo Bakurê Sûriyeyê bang kir: Bi berxwedana Kurdan re rabin
10:04 Li Mêrdîn û Riha ji ber ‘operayonê’ navber dan perwerdehiyê
09:42 Tekane daxwaza malbata rojnameger Kadrî Bagdu edalet e
09:41 Ehsan Şerîatî êrîşa eskerî ya Tirkiye li dijî Rojava şermezar kir
09:10 25 girtiyên li Girtîgeha Turkoglu rastî îşkenceyê tên
09:09 Hunermen û rewşenbîrên kurd: Ji bo destekeftiyên kurdan berxwedaneke neteweyî divê
09:08 Nisêbînî: Vî şerî rawestînin!
09:08 'Navê DAIŞ'ê kirine OSO!'
09:05 Hunermend: Şer kêrî tu kesî nayê
09:03 Şêniyên gundê Dirbêsiyê: Eskeran em kirin mertal
09:02 'Xema îktîdarê ne gel e, şer e'
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2019'AN
12/10/2019
23:21 Li Şirnexê sewqiyata leşkerî
23:00 Fransayê îxracata çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
22:18 Li navçeyên Rihayê wê dibistan 3 rojên din jî girtîbin
21:02 Seroka MPKE'yê Pasqûîer: Divê operasyon bê rawestandin
20:55 Heyva Sor: Êrîşî ambulansê me dikin
19:49 Li Burukina Faso êrîşî mizgeftê kirin: 16 kes mirin
19:03 Gelê Duhokê êrîş şermezar kirin û banga yekîtiyê kirin
18:19 Rêdûr Xelîl: Dewleta Tirk hewl dide hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike
17:51 Li Serêkaniyê û Wêranşarê liv û tevgera ambûlansa zêde bû
17:49 Şandeya HDP’ê Maseya Krîzê ya li Qoserê ziyaret kir
17:41 Eşîrên Ereban: Em bi QSD‘ê re ne
17:12 Sewqiyat hêzên paramîlîter a ber bi Kaniya Xezalan ve didome
16:59 Almanya jî firotina çekan ji bo Tirkiyeyê dide rawestandin
16:51 Nûçegihanê televîzyona Al Arabiya hat binçavkirin
16:39 Yekîtiya Ereban: Dagirkerî û serdestî binpêkirin e
15:58 Têketina Nisêbînê ya heyeta HDP'ê tê astengkirin
15:49 Serêkaniyê bi tevahî di kontrola HSD’ê de ye
15:39 Xwestin girtiyê nexweş Zengîn bê berdan
15:32 Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê hat girtin
15:32 Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê: Li dijî şer bêdeng nemînin
15:19 Şêniyên Hesekê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
14:40 Li dijî şer kampanya îmzeyan dan destpêkirin
14:39 Gelê welatên Ewropa li dijî Tirkiye derketin kolanan
14:36 Bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Şeyhmus Koç
14:31 Turkdogan: Gelek sivîl hatin kuştin
14:27 Xelkê Nisêbînê derbarê topên hewanê yên li navçeyê dikevin de çi difikire?
14:21 Sîlopiyan bertek nîşanî şer dan: Ji bo Rojeva dengê xwe bilind bikin
13:40 TJA: Ji bo rawestandina êrîşan em bibin deng
13:31 26 HDP’iyan derxistin edliyê
13:18 Cezayê 'girtîgeha malê' dan endamê MYK'a PAK'ê
13:16 Çaksû: Balafirên şer ji hewa de Sêrekaniyê bombe dikin
13:00 Mesûd Barzanî: Roj roja yekitiyê ye
12:56 DAIŞ'ê karwana sîvîlan bombebaran kir
Hevseroka Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hewrîn Xelef jiyana xwe ji dest da
12:51 Destûr nedan Nobeta Demokrasiyê
12:24 Polîsan mudaxileyî Dayikên Şemiyê kirin
12:15 Dê MSD tevlî civîna Yekitiya Ereban bibe
11:58 Di êrîşa TSK'ê de li Qamişlo jineke ciwan hat kuştin
11:57 5 kes li Şirnexê hatin binçavkirin
11:56 Akademîsyenên Aştiyê: Şer sûcê mirovahiyê ye
11:32 Di Doza Nisêbînê de ceza li 4 kesên din birîn
11:25 Komek kurd û dostên xwe yên biyanî kampanya Rojava dan destpêkirin
11:22 Gelên taxên li ser sînor ku tê xwestin bên valakirin: Em ê malên xwe terk nekin
11:20 Hevserokên HDP’ê yên Ceyhanê hatin binçavkirin
11:06 Ji damezrînerên pergala Girê Spî Selîm: Dixwazin pergala me hilweşîn in
11:04 Li Nisêbînê 9 welatî hatin veşartin: Bertek nîşanî Erdogan dan
10:53 Fermandarê Leşkerî Xemis: Me plana dorpêça Girê Spî û Serêkanîyê xera kir
10:52 Li Hatayê 2 siyasetmedar û rojnamegerek hatin binçavkirin
10:46 'Pêwîste li dijî şer em barîkatên azadiyê ava bikin’