EDENE - Hevserokên HDP’ê yên Navçeya Ceyhanê Delal Mamûk û Seyfettîn Aydemîr di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Polîsan serê sibê li navçeya Ceyhan a Edenê, bi ser malên Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Ceyhanê Delal Mamûk û Seyfettîn Aydemîr û rêveberê navçeyê Tahir Ozdemîr de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de dest danîn ser malzemeyên dîjîtal û piştî lêgerînê hevserok Mamûk û Aydemîr û rêveberê naçeyê Ozdemîr kirin binçavan.
Hat diyar kirin ku 3 siyasetmedarên hinceta biçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Ceyhanê.