GIRÊ SPÎ - Ji damezrînerên pergala Girê Spî ku niha dibin êrîşên dijwar û TSK’ê û komîn girêdayî wê deye Mensûr Selîm, diyar kir ku êrîşa li ser axa wan, encama lihevkirinek navneteweyî ye û got: “Dixwazin pergal me hilweşînin. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin.”
Êrîşên Tirkiyeyê û hevkarên wê komên OSO yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 4’emîn de dewam dike. Tirkiyeya ku dibin navê “Herêma Ewlekariyê” de dixwaze herêmê kontrol bike, êrîşên xwe yên li ser herêmê zêdetir kirin. Tirkiye di êrîşan de çekên herî giran bi kar tîne û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî bi hemû hêza xwe bersiv dide. Komên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û “Artêşa Sûriya Azad” (OSO) li derdora Girê Spî û Serêkaniyê ketiye nava liv û tevgerê. Hêzên QSD’ê jî, li ser xeta sînor şer dikin.
‘ERDOGAN DIXWAZE PERGALA ME HILWEŞÎNE’
Gelê herêmê li dijî êrîşan dest bi seferberiya topyekûn kir û êrîşên li ser axa xwe qebû nake. Gelên Erep, Kurd, Tirkmen, Suryanî û Ermen ên li herêmê bi hevre dijîn, li kêleka hev parastina xwe dikin. Dîsa gelê herêmê berê xwe dane qadên şer û êrîşan. Yek ji damezrînerên pergala Girê Spî Mensûr Selîm, derbarê êrîşan de axivî û got: “Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, dixwaze êrîşên xwe yên îro meşrû nîşan bide.”
Selîm, bal kişand ser siyaseta desthilatedariya AKP- MHP’ê û wiha axivî: “Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo ku îtîbara xwe ya siyaset, leşkerî û bazirganî ya têkçûyî carek din qezenc bike, hewl dide bi ‘Osmantiya nû’ polîtîkayên xwe li Sûriyeyê bike pratîkê. Tu rastiya gotinên wan ên ‘Koçberên Sûriyeyê’ tuneye. Erdogan ji bo berjewendiyên xwe, jiyana koçberan jî ser û bin kiriye. Dem guhertina demografiyê ya li ser axa xwe naxwazin. Em polîtîkayên dubendiyê bixe nava gelan naxwazin. Erdogan tenê dixwaze pergala me avakiriye têk bibe.”
‘POLÎTÎKAYÊN KOÇBERAN ÊN WAN AŞKERE BÛN’
Selîm, da zanîn ku polîtîkayên koçberan ên Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê aşkere bûye û wiha bilêv kir: “Êdî tevahiya cîhanê ketiye ferqa vê. Koçberên ku besha wan dikin, ji komên El Nûsra, Ehrar El Şam û Îslamî pêk tên. Wan bajarê me jî teslîmê DAIŞ’ê kirin. Lê me bajarê xwe ji DAIŞ’ê rizgar kir. Dûre me li bajêr pergala xwe ava kir. Me bi xwe bajarê xwê bi rêve bir. Ez yek ji damezrînerên vê pergalê me. Min cih di rêveberiya bajêr de girt. Ez du caran çûm Tirkiyeyê. Li Dîlok, Riha û Mêrsînê min hin welatiyên Girê Spî dîtin. Me ew vexwedin bajêr. Ji bo ku paşve vegerin me hewl da ku em derfetan ava bikin. Sedema koçberiya wan jî ne em bûn. Divê her kes vê zanibe. Tirkiyeyê li ser şerê Sûriyeyê polîtîka dike.”
Selîm, bi bîr xist ku ger ji Hama, Guta, Îdlîb û hin cihên din kesan li ser axa wan bi cih bikin, ewê tu carî vê yekê qebûl nekin. Selîm dest nîşan kir ku Tirkiyey dixwaze pergaleke ku girêdayî xwe ava bike.
ÊRÎŞ HEVPARIN
Mensûr Selîm, bal kişand ser êrîşên heyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê Tirkiye van êrîşan pêk tîne. Di serî de DYA, hêzên Ewropayê û Rûsya jî di nava van êrîşan de cih digirin. Di çarçoveya lihevkirinek navneteweyî de êrîşî axa me dikin. Emê li dijî vê li ber xwe bidin.”
MA / Nazim Daştan