GIRÊ SPÎ – Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Girê Spî Riyad El Xemis, diyar kir ku ew destûr nadin ku Tirkiye Girê Spî û Serêkanîyê dorpêç bike û wan plana dorpêçê xera kiriye. Xemis, anî ziman ku hêzên ku Tirkiye gelek caran hewl da Girê Spî û Serêkaniyê dorpêç bikin, lê wan hemû û êrîş şikandine.
Şerê ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de daye destpêkirin di roja 4'an de berdewam dike. TSK, OSO û Artêşa Millî yên di bin baneyê El Kaide de li hev kom kirine û ji komên selefiyan pêk tê, 4 rojin li dijî Serekaniyê û Girê Spî erîşên pir dijwar dikin. Ji Girê Spî heta Serêkanîyê seranserî sinor di bin êrîşa dijwar a tang û topan de ye. Li vê xetê ji roja operasyonê dest pê kir heta niha balafirên şer ên F-16 û obus herêmê bombe dikin. Ji destpêka operasyonê heta niha TSK armanc dike ku Serêkaniyê û Girê Spî dorpêç bikin. Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) jî şer li seranserî sînor belav kir û ji Kobanê heta Derikê li dijî TSK'ê bersîv da û plana Tirkiyeyê xera kir. Yekîneyên QSD'ê heta niha gelek yekîneyên TSK, maşîneyên zirxî û qereqolên li ser sînor kirin hedef. TSK û komên OSO di roja 4’an de hêj li gorî dixwestin gav pêşve neavêtine. Yekîneyên TSK û OSO nokteyên ku dixwestin lê bi cih bibin rastî bersîva QSD'ê hatin. Ji ber ku TSK û OSO nikarin di milê bejayî de pêş bikevin, balafirên şer ên F-16 ji hewa ve herêmê bombe dike. Dîsa bi obusan qadê bombe dikin. Yekîneyên QSD'ê, li gel balafirên şer, darbeyên mezin li yekîneyên TSK û OSO yên xwestin sînor derbas bikin xistin.
‘NÛÇEYA 'EM KETIN TEL EBYAD' BÊ KOK E
Çapemeniya hawiz nûçeyên çapemeniyê yên ‘TSK keti bajarê Tel Ebyad'ê' belav kirin. Lê tu rastiya van nûçeyan tune ye. Bi şerê taybet ê bi rêya çapemeniyê hewl didin agahiyên şaş belav bikin. Nûnerên herêmê anîn ziman ku nûçeya ‘Tel Ebyad dorpêç kirin' bê kok e.
LI DORA BAJAR ŞERÊ DIJWAR HEYE
Fermandarê meclîsa Eskerî yê Girê Spî Riyad El Xemis, diyar kirin ku niha ew şerekî dirokî didin û wiha got: "Eskerên TSK û OSO xwestin bajar dorpêç bikin. Gelek caran ketin nava hewldanan. Ev nûçeyên ku bajar dorpêç kirine ne rast in. Yekîneyên me li her dera bajar in. Hemû aliyên bajar di kontrola me de ye. Bi zanebûn şerê taybet dimeşînin. Li hemberî yekîneyên me darbeyên giran dixwin. Divê gelê me vê yekê baş zanibe. Em destûr nadin ku derbasî axa me bikin.
'DIVÊ CÎHANA EREB RABE SER PIYAN'
Xemis, da zanîn ku ew li Girê Spî axa hemû gelan diparêzin û wiha axivî: "Divê her kes ji me bawer bike ku em axa gelan diparêzin. "Dixwazin bi van êrîşan komên selefi û radikal ên biyanî li ser vê axê bi cih bikin. Em vê yekê qet qebûl nakin. Divê li dijî van êrîşan hemû alema ereb rabin ser piyan."