HATAY – Polîsan li Hatayê HDP’yî Hulya Ateş, SKYP’î Belgîn Ayrancî û rojnameger Burcu Ozkaya Gunaydın bi hênceta bertek nîşanî êrîşa Tirkiyê dane binçav kirin.
Polîsan serê sibê li navçeya Antakya û Îskenderûnê yên Hatayê bi ser malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş, rêvebera Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst (SYKP) a Hatayê Belgîn Ayranci û rojnameger Burcu Ozkaya Gunaydin binçav kirin. Hat zanîn ku her sê kes jî ji ber bertek nîşanî êrîşa Tirkiyê ya li dijî Rojava dane hatine binçavkirin û wan birine miduriyeta polîsan.