STENBOL – Akademîsyen Sîbel Ozbudun, nivîskar Temel Demîrer û parêzer Cengîz Çîçek ê HDP’yî bertek nîşanî êrîşa li dijî Rojava dan û gotin “Divê em li dijî şer û faşîmzê barîkatên azadî û aştiyê ava bikin.”
Akademîsyen Sîbel Ozbudun, nivîskar Temel Demîrer û parêzer Cengîz Çîçek ê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bertek nîşanî êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava dan. Rewşenbîran diyar kir ku heke operasyon bidome dê zirarek mezin bide rewşa siyasî, aborî û civakî ya Tirkiyê û di her warî de rê li ber krîzek mezin veke.
‘DIXWAZE XWE LI SER PÊYA BIGIRE’
Akademîsyen Sîbel Ozbudun diyar kir ku îktîdar dixwaze bi êrîşa Tirkiyê ya li dijî Rojava li Tirkiyê li ser pêya bigire û got: “Her pêngavek îktîdarên bûrjûva rê li ber pirsgirêkên nû vedike. Wê ev operasyon krîza aborî, siyasî û civakî kurtir bike. Wê ji bo Tirkiyê pirsgirêkên micid biafirîne. Divê berteka welatên rojavayî li ber çavan bigirin.”
‘ZILM WÊ ZÊDE BIBE’
Nivîskar Temel Demîrer jî da zanîn ku tu pirsgirêk di navbera gelan û dewletan de bi şer çareser nabe û wiha got: “Pirsgirêk tenê bi rêya diyalogê dikarin werin çareserkirin. Ez helwesta CHP’ê ya erêkirina şer jî şermezar dikim. Helwesta CHP’ê min matmayî nehişt. Çimkî helwesta wan zelal e. Wê ji ber operasyona eskerî krîza aborî ya Tirkiyê kûr bibe. Wê zilm zêdetir bibe.”
‘DIVÊ EM BARÎKATÊN AZADIYÊ AVA BIKIN’
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê parêzer Cengîz Çîçek jî anî ziman ku heta îro Rojava tu tehdîtek li dijî Tirkiyê pêk neaniye û wiha got: “Vê operasyonê bi armanca AKP’ê li ser pêya bigirin pêk tînin. Dixwazin nebirêveberina Tirkiyê bi vê operasyonê biniximînin. Li Tirkiyê dema her îktîdar ber bi têkçûnê ve diçe her tim li ser Kurdan an jî li ser nasnameyên din operasyonên ‘terîzmê’ birêve dibe ku xwe li ser pêya bigirin. Em wek HDP’ê divê ji îro şûn ve bi perspektîfa têkoşîna yekgirtî ava bikin. Divê gel li dijî faşîzm û şeran, barîkatên azadî û aştiyê ava bikin.”