ÊLIH - Kolana Adaletê ku beriya hilbijartinê herêmî ji ber bertekên gel, ji trafîqê re hatibû vekirin, duh careke din hat girtin.
Kolana Adaletê ya ku di ber Walîtî û Miduriyeta Polisan a Êlihê re derbas dibe, di dema Rewşa Awarte de bariyerên betonê lê hatibûn bicihkirin û ji trafîqê re hatibû girtin. Ji ber bertekên gel, beriya hilbijartinê bariyerên betonê yên lê hatibûn rakirin û ji trafîqê re hatibû vekirin. Piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kolan careke din bi bariyerên betonê ji trafîqê re hat girtin.