NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendê kurd Necmedîn Xulamî bo gelê Rojava peyama piştgiriye weşand û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku derkevin kolanan.
Hunermendê Rojhilatî yê bi nav û deng Necmedîn Xulamî, ji bo Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê peyama piştgiriyê weşand. Hunermend Xulamî, di hesabê xwe yê medyaya civakî de bang li hemû hunermend û rewşenbîran kir ku ji bo Rojava kampanyaya piştgiriyê bidin dest pê kirin.
Xulamî wiha got: "Piştgiriya xwe bo gelê Rojava radigihînim. Û her wiha hikûmeta AKP’yî faşist û Erdogan bi tûndî şermezar dikim. Ji hemû Kurdistaniyan dixwazim li derve û li nava welat li cade û kolanan bin. Ji hemû hunermend û rewşenbîran dixwazim ku li hemberî van êrîşan kampanya li dar bixin. Karê hunerî bi rê ve bibin li dijî van êrîşên faşist ê hikûmeta AKP û Erdogan. Ji gele Ewropa dixwazim ku li ser Ewropa zext çêbikin ku ew Erdoganê kartê penaberan bi kar tîne û bombebaranê li ser zarok û gelên kurd dibarîne destek nekin. Hêvîdar im li hemberî vê helwest deyinin. Spas dikim ji bo hemû Kurdistaniyan ku dilsoziya xwe ji bo Rojava berdewam nişan didin. Serkeftin ji bo gelê kurd û Rojavayê Kurdistanê."