ÊLIH – Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, bilêv kirin ku şer ne çareserî ye û bang li ciwanan kirin ku bibin dengê Rojavayê.
Bertekên li hemberî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û RojhilatÊ Sûriyeyê didomin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Êlihê, diyar kirin ku şer dibe sedema betalî, rûxandin û mirinê û bang li ciwanan kirin ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin.
'ŞER NE ÇARESERÎ YE'
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ahmet Sînet, anî ziman ku şer ne çareserî ye û got, şer tenê dibe sedema dagirkirina xakekê. Sînet, bilêv kir ku wê piştevaniya wan a ji bo Rojava bidome û got: "Wê li dijî vî şerî têkoşîna me bidome." Sînet, bang li ciwanan kir ku dengê xwe bilind bikin.
'DIVÊ EM BITÊKOŞIN'
Evîn Can (18) jî bal kişand ser destkeftiyên li Rojavayê û got, ji bo binpêkirina van destkeftiyan êrîş tên kirin. Can, got: "Divê jinên li cîhanê dest bidin hev du û xwedî li van destkeftiyan derkevin." Her wiha Can, destnîşan kir ku êrîşa li ser Rojavayê tê wateya êrîşkirina 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê jî û got: "divê em li dijî van pêkanînan bitêkoşin."
'BIBIN DENGÊ ROJAVA'
Mazlûm Îtmez jî destnîşan kir ku ji bo kes nemire divê demildest êrîş rawestin û got: "Ev, şerê li hemberî destkeftiyên gelan e. Her wiha şer aboriyê jî serobino dike. Betalî û xizanî ye. Niha aboriya Tirkiyeyê nemaye. Wê bi vî şerî bi temamî nemîne. Bila mirov nemirin. Ji şer re na." Her wiha Îtmez, bang li ciwanan kir ku bibin dengê Rojavayê.