DERSIM - Walîtiya Dersimê bi hinceta ewlehiyê, li Navenda Dersimê û 4 navçan bi tevahî li 30 herêman 15 rojan qedexeya derketina derve ragihand.
Walîtiya Dersimê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ji ber operasyonên berfire herêmên Navenda Dersim Pilûr, Pilemoriya Xozat û Qislê bi giştî li 30 herêman ji 2’yê Kanunê heta 16’ê Kanûnê cîhwarê qedexe hatiye îlankirin. Cihên ku qedexe hatine îlankirin ev in: Newala Balî ya girêdayê Navenda Dersimê, Newala Kurutlu, Kutu, Tapan Tepe, Karameşe Tepe, Vezgurtepe, Ovacik Eroglu Mehele, Çiyayê Mercan, Newala Qiral, Tepê Kinikan, Zozanê Golan, Mehla Egercî, Dulbektaşi, Mehleya Yarpuzlu, Neqeba Alîsirti, Zozanê Dalav, Zozanê Karagol, Zozanê Kurugol, Zozanê Bastir, Zozane Kurt, Zozanê Çeşme, Zozanê Yel, Ganekastîk, Zozanê Çigirli, Karadere, li Navçeya Nazimiyê Tavuklu, Dogantaş, Dokuzkaya, li Navçeya Pilurê Zozanê Sarıgul û li Hozatê Daristanên Kinzir.