QAMIŞLO - Berdevkê fermî yê QSD’ê Kino Gebrîyêl, têkildarî êrîşa li dijî Nisêbînê daxuyanî da û got: “Tirkiye hewl dide bi îdeayên xwe komkujiyên ku li bajaran li ser zarok û sivîlan dike, binixûmîne. Hêzên me ji van kirinên şermok dûr in."
Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (QDS) Kino Gebrîyel têkildarî êrîşa li dijî Nisêbînê daxuyaniyek da raya giştî. Gebriyel, girêdayî îdiayên Tirkiyê ya “QSD`ê bi topan bajarê Nisêbîn dike hedef" wiha got: “Di çarçoveya şerê qirkirinê de yê ku dewleta Tirk li dijî gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya komên terorîst pêk tîne bi rêya topbarankirina hovane û bêserûber yên ku di encamê de bi dehan sivîl di nav de jin û zarok jiyana xwe ji dest dane. Tirkiyê derbasî qonaxa belavkirina derewan û propaxendeya nûçeyên nerast bû. Dazgehên çapemeniya Tirkiyê bi bîr xistin ku obûs li bajarê Nisêbînê li ser sînor ketine û jêdara wan bajarê Qamişloyê ye.
ÎDÎA BÊ BINÎ NE
Di heman demê de em bala raya giştî dikşînin axaftinên serokê cîhazê istixbarata Tirkiyê yên 2012`an de dema got Tikriyê dikare hinek kes bişîne aliyê Sûriyê ji bo ku topban bavêjin aliyê Tirk. Ew jî dê hincetê bide Tirkiyê ji bo ku mudexele bike. Em dixwazin teqez bikin ku ev îdiayên Tirkiyê tenê hewldanek bêbînî ye ji bo ku komkujiyên li bajarê Qamişlo û tevahiya bajarên ser sînor pêktîne, veşêre.
Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo ku sivîlan ji azarên şer biparêze gelek fedekarî dane. Dijmin beriya dostan dibin şahidê ku QSD`ê ji mîna van kiryarên şermok dûr e. Ji aliyekî din ve dîroka artêşa Tirk a dagirker û yên pê re bi mîna van komkujî û sûcan dagirtiye."