ENQERE - Di van saetên danişîna doza Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça didome de, 3 kesên piştgirî dan çalakiya wan a Kolana Yukselê hatin binçavkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku bi KHK’ê ji kar hatin avêtin di roja 288’an de dewam dike. Çalakiya “Emkarê xwe paşve dixwazin” jî di roja 388’an de dom kir. Polîsan destûr neda çalakvan li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bidin. Çalakvanên li ser vê yekê li Kolana Konurê kom bûn pankarta “Karê Nuriye û Semîh paşve bidin wan” vekirin û dirûşmen berz kirin.
Polîsan pankart çirandin û çalakvanan Îlker Işik, Dervîş Lermî û Mustafa Keçecî binçav kirin.