ŞIRNEX - Li Cizîrê, li stasyoneke petrolê agir bi tankêreke sotemeniyê ket. Îtfaiyeyê mudaxile kir û agir tefand.
Li Taxa Konak a Cizîr a Şirnexê, li stasyoneke petrolê agir bi tankêreke sotemeniyê ket. Agir, di demeke kurt de berbelav bû. Lê belê îtfaiyeya Şaredariya Cizîrê mudaxileyî agir kir û tefand.