QAMIŞLO - Li Kolana Mûnir Hebîb a Taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê DAIŞ'ê bi bombeyê êrîş kir. Di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes birîndar bûn.
Operasa TSK'ê ya li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di roja 3'emîn de didome. Li Kolan Mûnir Hebîb a Taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê endamên DAIŞ'ê bi bombeyê êrîş kirin. Di teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyan hêzên ewlekariyê cihê bûyerê dorpêç kirin û sivîlên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Bi sedan kes berê xwe dan nexweşxaneyê da ku xwînê ji bo birîndaran bidin. DAIŞ’'ê bûyer da ser xwe.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundir a Qamişlo daxuyanî da. Fermandariyê anî ziman ku DAIŞ'ê bi maşîneyê êrîşa bi bombe kiriye û di êrîşê de 3 sivîl hatin kuştin û 9 sivîl jî birîndar bûne. Fermandariyê da zanîn ku DAIŞ'ê ev êrîş kiriye.