AMED – Baroya Amedê di çalakiya heftane ya ji bo Tahîr Elçî de li dar xist bang kir şer demildest were sekinandin.
Baroya Amedê di çalakiya xwe ya hefteya 197’emîn de li ber Dadgeha Amedê xwest kujerên Tahîr Elçî bên dîtin. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em ê te ji bîr nakin” vekirin. Cîgira Baroya Amedê Gazal Bayram daxuyanî da û bal kişand ser operasyona li dijî bajarên Rojava.
Bayram da zanîn ku li gel di ser kuştna Tahîr Elçî de 3 sal derbas bûn jî heta niha di dosyeya lêpirsînê de tu pêşketinek şênber çênebûye. Bayram got heta kujerên Elçî neyên dîtin û tişta pêwîst neyê kirin dê dest ji lêgerîna edaletê bernedin.
‘ŞER Û ZEXTAN BI DAWÎ BIKIN’
Bayram daxuyaniya 9 baroyên herêmê ya têkildarî operasyona li ser Rojava bi bîr xist û wiha got: “Em carek din dubare dikin ku divê demildest ev şer were rawestandin.” Bayram mudaxeleya polîsan a duh li ber HDP’ê li rêveberên HDP’ê hatibû kirin şermezar kir û got ew dixwazin zext û tundiya li ser daxwaza aştiyê bê bidawîkirin.
‘JI BO ZAROKAN AŞTÎ’
Sekrtera Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Berçek Sancar jî bal kişand ser Roja Zarokên Keçik a Cîhanê û wiha got: “Zarok di şer de û bi amûrên şer tên kuştin. Em bang dikin ku şerê hatiye destpêkirin were rawestandin. Em ji bo zarokan dibêjin aştî hema niha.”
Parêzeran çalakiya rûniştinê li dar xist û pişt re belav bûn.