TEV-DEM banga yekitiyê li Kurdan kir: Yan jiyanek azad, yan jî hîç

  • rojane
  • 15:36 11 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê darbarê êrîşên Tirkiyeyê  yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyanî da û got: "Gelê Kurd bi ezmûnek dîrokî û bi berxwedanek dîrokî re rûbirû ye. Her demê zêdetir îro pêwîstiya wê bi yekitiyê heye. Bi ruhê berxwedanek hevpar em hebûna xwe biparêzin û berxwedena parastina azadiya xwe pêş bixîn."

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyanî da. Daxuyanî li bajarê Qamişlo yê Herêma Cizîrê hat lidarxistin. TEV-DEM'ê di daxuyaniya da de, diyar kir ku Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd dest bi êrîşê kiriye û hîna jî binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrînê hatin jiyîn jî ji rojevê derneketiye. 
 
TEV-DEM'ê di daxuyaniya da de ev peyam dan: 
 
"Îro dewleta Tirkiyê careke din ji bo qirkirina gelê Kurd û dijminantiya gelan bi êrîşên cuda tê ser Rojava û Bakurê Sûriyê. Dijminantiya Erdogan a ji bo gelê Kurd zelal e. Hîn bi salan beriya vê di axaftineke xwe de digot 'Kurd li Arjantînê bin û dewletekê ava bikin li dijî wê dewletê emê şer bike.' Wisan xuya dike ku dijminê herî mezin ê gelê Kurd Erdogan e. Tu Kurdên ku Erdogan jê hez bikî tune. Ji bo wî Kurdê herî baş Kurdê mirî, Kurdê kole ye. Erdogan yek jî dijminê demokrasiyê ye. Polîtîkayên wî yên li welatê xwe jî faşîzan e. Heta di nava partiya xwe de jî dîktator e. Mirovekî nexweş e ku ji hêzê re diçe secdê û hemû hêza xwe ji bo dijminantiya Kurd û demokrasiyê bi kar tîne. Faşîst Erdogan ku dibêje Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo Tirkiyê tehdît e dereweke mezin e. Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo Tirkiyê tu caran nebûye mijara tehdîtê û tu êrîşên wê ji bo Tirkiyê çênebûye. Ji bo Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku têgeha “terorîst” bi kar tîne derew û zalimane ye. Bawer dike ku ew ê bi vê cîhanê bixapîne. Ya rast ew ji bo yekîtiya gelan a li Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji bo jiyana hevpar a demokratîk û taybet ji bo îradeya gelê Kurd tehdît e û dijminantiyê dike. Wexta mijar dibe jiyana azad a Kurdan û îradeya wan a demokratîk tu rêbazên hovane ku Erdogan pêk nîne, tu tiştê ku nefroşe û pêşkêş neke ew ê nebe. 
 
Li hemberî ev tevgera qirkirinê ya ku dewleta Tirk pêş dixîne gelê Kurd bi ezmûneke dîrokî û bi berxwedaneke dîrokî re rûbirû ye. Gelê Kurd roja îro pêwîstiya wê ji her demê zêdetir bi yekitiyê heye ku bi ruhê berxwedaneke hevpar hebûna xwe biparêze û berxwedena parastina azadiya xwe pêş bixîne. Gelê Kurdistanê divê tu cudahiyê nexe nava parçeyan, nebêje ev xwediyê vê nasnameyê ye û cudahiya partiyan neke. Li Kurdistanê û derveyî welat li her derê divê mil bi mil li ber xwe bidin. Gelê Kurd divê bizanibe ku hêza xwe ya herî mezin ji mafdarî û rewabûna xwe digire, yek jî teqez divê yekitiya xwe ava bike û berxwedaneke hevpar pêş bixînin. Ew rojên ku em dibêjin rojên rûmet û namûsê ev roj in. Beriya her tiştî em mafdar in. Eniya me vekirî ye û em serbilind in. Li ser navê mirovahiyê ku li dijî DAIŞ’ê me şer kir û bi parastina rûmeta mirovahiyê em serbilind in. Ji ber vê sedemê wijdanê mirovahiyê bi me re ye. 
 
Divê em bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Kurd li ku derê bin divê cihên bav û kalên xwe, gundên xwe, bajarokên xwe û xaka xwe tu carî terk nekin. Divê em berpirsyariya xwe ya dîrokî bi gotina 'yan heta dawiyê berxwedan, jiyanek azad û bi rûmet yan jî hîç' pêk bînin. 
 
Gelê Kurd divê vê baş bizanibe ku eger  Erdogan piştgiriyek navneteweyî negirta ew ê nikarîbûya ku hewl bide qirkirina serdemê li ser Kurdan pêk bîne. Lê tu berjewendiyên ekonomîk û siyasî divê nebin sedema ku Kurd rastî qirkirinê bên. Di şert û mercên herî zor û dijwar de me li ber xwe da. Hîn jî em hewl didin ku hebûna xwe li ser vî esasî biparêzin  û parastina azadiya xwe bikin. Li hemberî dostên xwe, hêzên ku bi wan re di nava têkilî û tifaqê de ne hertim em bi duristî tevgeriyan. Niha jî ew duristiya di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de ji hêzên ku bi Kurdan re di nava tekilî û tifaqê de bûn hêvîkirin mafê me yê herî xwezayî ye. 
 
Di serî de Amerîka, dewletên Ewropa û Rûsyayê li hemberî ev êrîşan zalimane yên serdemê ku li ser Kurdan pêk tên divê bi hestyar bin û bêdeng nemînin. Têkiliya tifaq û dostaniyê, pîvanên exlaqî û mirovîn jî vê ferz dike. Di serî de Amerîka û hêzên din bixwazin dikarin rê li ber vê qirkirinê bigirin. Banga me ji bo Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ereban, Yekitiya Ewropayê, Amerîka, Rûsya, Çîn û ji bo hemû dewlet û saziyan e; li dijî dewleta Tirk ku bi kîn û hêrseke mezin weke ya DAIŞ’ê êrîşî gelê Kurd û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dike xwedî helwest bin, çavên xwe ji gelekî ku di qirkirinê re derbas dibe negirin, kêlî beriya kêliyekê bikevin nava tevgerê. Banga me ji bo tevahiya mirovahiyê, em weke gelê Kurd ji bo rûmeta mirovahiyê me şer kir, em hertim bi vê serbilind in. Tu hêz ji wijdanê mirovahiyê ne bi bandortir û mezintir e. Em hêvî dikin ku hûn ê bi vê zanebûnê piştgiriya berxwedana gelê me bikin û li dijî êrîşên qirkirin û dagirkirina dewleta Tirk têkoşînê bilind bikin.”

Sernavên din

12/10/2019
10:46 'Pêwîste li dijî şer em barîkatên azadiyê ava bikin’
10:09 Meclîsa Nûneran a DYA’yê bertek nîşanî biryara ‘vekişînê’ ya Trump dan
10:08 'Herin hefteyek din werin'
09:55 Li Êlihê Kolana Adaletê careke din girtin
09:51 Jinên dinava şer de dijîn: Dixwazin me bitirsînin, lê em bajarê xwe terk nekin
09:40 Ji Hunermend Necmedîn Xulamî bo Rojava peyama piştgiriyê
09:26 Ji ber parvekirinên êrîşê 2 kes hatin girtin
09:19 Hunermend Kayhan Kalhor: Em ê bi berxwedanê êrîşan bişkînin
09:10 Wê ji bo endamên Grûp Yorûmê ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve meşek bê lidarxistin
09:07 'Bi navê 'Kaniya Aştiyê' wateya peyvan jî diherimînin'
09:07 Ciwanên HDP'î: Bibin dengê Rojava
09:06 ‘Şerê ku dê di navbera gelan de bibe sedema birînên xedar rawestînin!'
09:06 'Êdî teqez divê kurd bibin yek'
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2019'AN
01:10 Êrîşî ambulansên Heyva Sor a Kurd dikin
11/10/2019
23:16 Navên kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
23:12 Îddîa: Tirkiye li Hêzên Taybet ên DYA'yê xist
23:01 Xelkê Sine, Bane û Dîgulan ji bo Rojava meşiyan
22:34 Gelê Germiyan: Ji bo piştgirîya Rojava bibin yek
22:01 Trump biryarname îmze kir: Em dikarin aboriya Tirkiyeyê bêkêr bikin
21:41 Pevçûn belavî sînorê Cizîr û Sîlopiyê jî bûn
21:14 Serokê AKP’ê yê Nisêbînê ji ber berteka gel xwe spart nexweşxanê
20:55 10 baroyan li dijî şer daxuyanî dan: Bi lez şer rawestînin
20:24 Kino Gebrîyel: Hêza me êrîşî Nisêbînê nekiriye
20:13 Gelê Nisêbînê bertek nîşanî polîsan dan: Êdî bes e
19:56 Wezîrê Parastina DYA Esper: Tirkiye aramiya herêmê xera dike
19:47 5 cenaze anîn Nexweşxaneya Qoserê: Nexweşxane li sivîlan girtin
19:46 Aldar Xelîl: Tirkiye bi çeteyên DAIŞ’ê êrîşî me dike
19:18 Hevşaredarên Bîsmîlê hatin berdan
19:01 Xelkê Sengeserê ji bo Rojava meşiyan
18:48 Li Kaniya Xezalan a Rihayê gel bajêr vale dike
18:47 Li Nisêbînê teqîn: Mirî û birîndar hene
18:29 Topeke hewanê li taxeke Pirsûsê ket: 2 kes mirin
18:24 Li Cizîrê agir bi tankêra sotemeniyê ket
18:19 Hevşaredarê Sêrtê yê berê Tûncer Bakirhan hat berdan
17:20 Li Girê Spî bombebaran: 3 welatî hatin kuştin
17:14 Polisan li Nisêbînê Dayika Aştiyê Tarlak binçav kir
17:05 Hevşaredarên Bismilê hatin binçavkirin
16:37 DAIŞ'ê li Qamişlo bi bombeyê êrîş kir: 3 kes mirin 9 kes birîndar bûn
16:34 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:27 Baroya Amedê: Bila şer demildest were sekinandin
16:13 Berdevkê Mafê Mirovan ê NY'yê: Tirkiye li sivîlan dide
16:13 Li Qoserê qereqola leşkerî vale kirin
16:12 KCD-HDP: Îtifaqa AKP-MHP'ê dixwaze pergala dagirker ava bike
16:03 Başaran: Roj roja deng derxistinê ye
15:36 TEV-DEM banga yekitiyê li Kurdan kir: Yan jiyanek azad, yan jî hîç
15:36 Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik: Ev dagirkerî ye
15:07 Akademisyenên Aştiyê: Divê em vî şerî rawestînin
15:04 Yekemîn daneşîna doza malbata Şahîn ku bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat dîtin
14:58 Dadgehê biryara berata rojnameger Demîr da
14:57 QSD'ê bîlançoya du rojan aşkere kir: 262 endamên OSO û TSK'ê hatin kuştin
14:40 Serokê PÎA Kamaç: Divê kurd bi ruhê netewî xwedî li Rojava derkevin
14:25 Dayik û 2 zarokên wê yên jiyana xwe ji dest dan li Hezexê hatin definkirin
14:08 Partiyên Kurd: Hêza xwe zû vekişînin
13:57 Platforma Demokrasiyê ya Êlihê banga çareseriya bêşer kir
13:56 Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker hat binçavkirin
13:40 Jinan ji Amedê bang kirin: Em bang li her kesê dikin ku li dijî şer derkevin
13:33 Ji Pûtîn hişyariya êrîşê: Dibe ku DAIŞ'î ji girtîgehan birevin
13:33 10 cenazeyên eskeran anîn Nexweşxaneya Serêkaniyê
13:07 Şer li seranserî sînor belav bûye: TSK û komên wê windahiyên giran didin
13:04 Bijîjkên Sînor Nenas: Bi êrîşê re nexweşxaneya li Grê Spî hat girtin
12:56 Danişîna doza Rojnameger Meşale Tolu taloq kirin
12:56 Binçavkirinên rêveber û endamên HDP’ê dewam dikin
12:41 Turkdogan: Ew di şer de, em di aştiyê de israr dikin
12:24 Endamên DAIŞ’ê ji bo ku birevin ketin nava tevgerê
12:13 Şaredariya Nisêbîne hemû şahiyên çandî betal kirin
12:10 Li her du navçeyan jî xelkê malên xwe terikandin
11:41 Ayşe Efendî: Em li Kobanê bi ser ketin emê dîsa bi ser bikevin
11:41 Kesên di şermezarkirina operasyonê de hatin binçavkirin hatin berdan
11:18 Fransa: Ambargoya li ser Tirkiyeyê li ser masê ye
11:07 Li Rojhilat jî gel êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin
10:32 Şerê li ser sînorê Serêkaniyê dijwar bû, tevgera ambûlansan heye
10:23 Qeyûmê Mêrdînê wesayîtên cenazeyan desteser kir
09:57 Mele Hecî Kadah: Nedayîna cenazeyan di ola îslamê de nayê qebûlkirin
09:56 Seranserî şevê li ser sînorê Nisêbîn û Qoserê şer hebû
09:56 Kanala Falkon Family rêzefîlmên tirk rawestand
09:55 Êrîşên li ser axa Rojava bi giranî didomin
09:55 Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sîvîlan vebû
09:43 Nivîskara Rûşen Tûtkû piştî 29 salan hat berdan
09:16 Polîsan bi ser mala Rojnameger Bêrîtan Canozer de girtin
09:16 Dozger pêwistî bi lêpirsîna îşkenceyê nedît
09:15 Hunermend: Ev êrîş talankirina mirovahiyê ye
09:15 Xaniyê Pêlîstokan a Tahir Elçî hat avakirin
09:14 Oneren: Armanc binpêkirina destkeftiyên kurda ye
09:13 Bi belgefîlma ‘Jeotermal Yettî Garî’ bal kişandin ser talana bi JES'an tê kirin
09:13 Şêniyên gundên li sînor: Bila êrîşên li ser Sûriyeyê bi dawî bibin
09:12 Polîs, sîxurtiyê li xwendekarên zanîngehê ferz dikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2019'AN
10/10/2019
22:13 Li Cinêwê operasyon hat şermezarkirin
22:01 Gelê Qeladiz û Ranya êrîşên TSK'ê yên li dijî Rojava şermezar kir
21:44 Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sivîlan girtin
21:18 Polîsan êrîşî bîranîna 10’ê Cotmehê kir
20:56 Gelê Mexmûrê li dijî êrîşa TSK'ê meşiyan
20:47 Bi hezaran kes li Silêmaniyê dijî êrîşên Tirkiye dimeşin
20:46 Eskerekî Artêşa Mîllî ya Sûriye di şerê Serêkaniyê de mir
20:11 Di êrîşên TSK’ê yên li dijî Girê Spî de 4 sivîl hatin kuştin
19:34 Li Qamişlo 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
19:30 Bombeyên li Girê Spî ketin di dîmenan de hatin dîtin
19:25 Sewqiyeta ji bo Kaniya Xezalan dewam dike
18:34 Li Qamişlo jinekê jiyana xwe ji dest da û li Serêkaniyê jî sivîlek birîndar bû