WAN – Serokê Giştî yê PÎA Mehmet Kamaç bertek nîşanî êrîşên ser Rojava da û got pêwîste li dijî îmhayê yekîtiya netewî ya kurdan were avakirin.
Partiya Însan û Azadî (PÎA) têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava li avahiya rêxistina xwe ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç û rêveberên partiyê beşdar bûn. Serokê Giştî Mehmet Kamaç di civînê de daxuyanî da û bang li her kesê xwedî wîjdan kir ku li dijî êrîşan derkeve.
'DEWLET BÊRIHM ÊRÎŞÎ KURDAN DIKE’
Kamaç diyar kir ku li Rojhilata Navîn di nava vê bêhevsengiyê de yên ku ji mafên xwe yên bingehîn mehrûm mane gelê kurd e. Kamaç da zanîn ku gelê kurd bi sed salan e axa gelê kurd ji hev patiye parçekirin û kurd di hefefa polîtîkayên îmha û asîmîlasyonê de ne û daxwaza mafê wan ê ên bingehîn bi “terorê” tê pênasekirin û bi tundiyê tên zext li ser tê kirin. Kamaç anî ziman ku dema mijar dibin kurd dewletên serdest tundiyê li ser kurdan pêk tînin û got: “Her kes bekaya xwe li ser tunekirina kurdan hildede mîsogeriyê. Hêza xwe ya dewletê bêrihm li ser kurdan bikar tînin. Mixabin ev hemû li ber çavên dinyayê û hin hêzên navnetewî pêk tê.”
‘KURD LI BAR ÇAVÊ DINYAYÊ TÊN TUNEKIRIN’
Kamaç da zanîn ku êrîşên Tirkiyê li dijî kurdan û destkeftiyên wan in û wiha dewam kir: “Ev êrîş wê çareseriyê neynin. Wê krîza li Rojhilata Navîn bêtir kur bikin. Herêma ewle di serî ji bo pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re nebe çareserî. Ji bo kurd bigihîjin mafên xwe û êrîş û komkujiyên li ser wan bên astengkirin, hemû dinya deyndar e. Pêvajo û qewimînan hemûyan nîşanî kurdan daye ku li ku dibin bila bibin li dijî operasyonên îmha û înkarê tenê yekîtiya wan neteweyî dikare wan bi ser bixîne. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe divê kurd hemû bi vî ruhê netewî xwedî li Rojava derkevin. Tekane rêya hemû çareseriyan maseya çareseriya demokratîk e. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li Rojava derkevin û li dijî rawestandina şer bisekinin.”