ÊLIH – Platforma Demokrasiyê ya Êlihê bang li her kesî kir kul i dijî êrîşên li ser Rojava derkevin û helwestê nîşan bidin.
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li dijî bajarên Rojava li Salona Konferansê ya Sendîkaya Petrol-Îşê ya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist. Pêkhateyên Platformê beşdarî civînê bûn û pankarta “Ji şer re na” vekirin.
‘HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN’
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Êlihê Devran Yildiz li ser navê Platgormê daxuyanî da û diyar kir ku ew li dijî şer in û carek din aştî di bin tehdîtê de ye. Yildiz bertek nîşanî daxuyaniya paş ve şandina penaberan da û şandina bi darêz orê û paş ve şandin li dijî Peymana Cenevrê ye.
Yildiz da zanîn ku bêyî şer û pevçûnan divê rêya çareseriyê were dîtin û got: “Em he kesî û saziyan vedixwînin talûkeyan bibînin û ji bo rawestandina operasyonên eskerî helwesta xwe nîşan bidin.”