STENBOL - Serokê Rûmetê yê AABK’ê Tûrgût Oker, deme ku ji Balafirgeha Sabîha Gokçen diket Tirkiyeyê hat binçavkirin.
Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekitiyên Elewî yên Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker, di saetên serê sibê de dema ku ji Balafirgeha Sabîha Gokçen diket Tirkiyeyê hat binçavkirin. Hat zanîn ku bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” lêpirsîn darbarê Oker de hatiye vekirin.
Polîsan ji bo ku Oker îfade bide birin Edliya Çaglayan a Stenbolê.