NAVENDA NÛÇEYAN - Serokdewletê Rûsyayê Vlamdîmîr Pûtîn derbarê êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeyê diyar kir ku ji ber êrîşê dibe ku DAIŞ'î ji girtîgehan birevin.
Serokdewletê Rûsyayê Vlamdîmîr Pûtîn, di serdana xwe ya Turkmenistanê de têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeyê axivî. Pûtîn diyar kir ku di encama êrîşa Tirkiyeyê de dibe ku endamên DAIŞ'ê yên girtî ji girtîgehan birevin. Ez nebawerim ku Enqere vê rewşê bike bin kontrola xwe."