COLEMÊRG - Leşkeran şevê din li Geverê Osman Arslan ê 70’î salî bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” binçav kir. Kîsê arvan li erdê belav kirin.
Leşkeran şevê din li gundê Sorê yê navçeya Gevera Colemêrgê bi sar mala Osman Arslan ê 70’î salî de girt û ew binçav kirin. Leşkeran şevê din saet di navbera 22.00-24.00’an de bi ser gelek malan de girtin. Leşkeran di serdegirtina malan de Arslan binçav kirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Geverê. Hat diyar kirin ku Arslan bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” binçav kirine. Leşkeran di serdegirtina malê de alavên malê belav kirin, arvanên malê li erdê belav kirin.