MÊRDÎN / ÎZMÎR - Piştî êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Mêrdîn û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin.
Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, operasyona li dijî endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî dest pê kir. Bi taybetî li bajar û navçeyên li ser sînor bi ser malên siyasetmedaran de girtin. Di serdegirtinên malan ên navçeyên Nîsêbîn û Qoser ên Mêrdînê de, endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Yasemîn Demîrkaya, Hevserokê DBP’ê yê Nisêbînê Celal Ata, endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Nisêbînê Nazim Kok, rêvebera HDP’ê ya Mêrdînê Neda Alper û xebatkarê HDP’ê Erhan Mûtlû hatin binçavkrin .
ÎDÎAYA DERP KIRIN
Hat îdîakirin ku Hevserokê DBP’ê yê Nisêbînê Celal Ata dibin çavan de hatiye derp kirin. Li aliyê din, hat diyar kirin ku polîsan li navenda Mêrdînê jî, bi ser mala Hevseroka Komeleya Zimanên Ebedî (MEDÎ-DER) Leyla Yîgît de jî girtin, lê ji ber ku li malê ne bûye, nehat binçavkirin. Siyasetmedarên ku hinceta binçavkirin wan nehat zanîn, nayê zanîn bi ku der birin.
LI MÊRDÎNÊ 31 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di operasyona duh a li bajêr a li dijî siyasetmedaran de, 25 kes hatin binçavkirin. Di operasyona îro hat lidarxistin de jî, ev hejmar derket 31’an.
Navê siyasetmedarên hatin binçavkirin wiha ne: “Hevşaredarê Dêrikê Şerîf Kiran, endamê Meclîsa Şaredariya Artuklu Mehmet Alî Amal, endamên Meclîsa Şaredariya Qoserê Hasîp Ozdemîr û Halîl Yagin, endamê Meclîsa Şaredariya Stewrê Derya Akyol, endamê Meclîsa Şaredariya Kerboranê Îmaîl Kaya, rêveberên HDP’ê Huseyîn Alper, Felemez Ozgun, Ferîdûn Dînç, Hamza Arman, Abîdîn Unay, Derya Eser, Ayten Esmes, Mehmet Alî Aytug, Ahmet Demir, Şemsettin Duman, endama Meclîsa DBP’ê Yasemîn Demîrkaya, Hevserokê DBP’ê yê Nisêbînê Celal Ata, endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Nisêbînê Nazim Kok, rêvebera HDP’ê ya Mêrdînê Neda Alper, xebatkarê HDP’ê Erhan Mûtlû hatin binçavkrin Hevseroka MEDÎ-DER Leyla Yîgît û 5 kesên navê wan nehat zanîn.”
LI ÎZMÎRÊ JÎ 11 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeyên Menemen, Dîkîlî, Alîaga û Bayrakli yên Îzmîrê jî, polîsan bi hinceta parvekirinên medya civakî bi ser malên 18 kesan de girtin. Di serdegirtinên malan de Behçet Gunduz, Muhammed Ayhan, Mehmet Yuksel û 8 xwendekarên navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.
11 kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.