AGRÎ - Li navçeya Giyadinê kesek hat girtin.
Li gund û navçeya Giyadina Agiriyê di 27’ê Mijdarê de polîsan hemwext bi ser malan de girtin û 16 kes binçavkiribûn. Piştî lêpirsînê 16 kesan bi dawî bû sewqi Edliyê kirin. Dozger piştî îfadeya 16 kesan girt, bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” bi daxwaza bên girtin sewqî dadgehê kirin. Dadgehê 15 kes berdan û der barê Mehmet Kaya ê 54 salî bi heman hincetê biryara girtinê da.
Piştî dadgehê biryar da Kaya şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê.