Li her du navçeyan jî xelkê malên xwe terikandin

  • rojane
  • 12:10 11 Cotmeh 2019
  • |
img

RIHA – Di roja sêyemîn a êrîşên li dijî Rojava li ser sînor pevçûn dijwar dibin. Li navçeyên Serêkaniyê û Kaniya Xezalan ên Rihayê welatî ji ber şer malên xwe terk dikin. 

 
Êrîşên Tirkiyê yên li dijî bajarên Rojava di roja 3’yemîn de didome. Li ser sînorên navçeyên Serêkaniyê û Kaniya Xezalan ên Rihayê pevçûn dijwar dibin. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bênavber ji her du navçeyan guleyê hawanê û topan diavêjin Girê Spî û Serêkaniya binxetê. Her wiha gund tên topbarankirin û bombebarankirin. 
 
 
Êrîşên TSK’ê û komên selefî yên girêdayî wê metirsî xistin nava xelkê Serêkaniya serxetê û Kaniya Xezalan. Li her du bajaran jî sivîl dibin hedef birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin. 
 
Ji ber pevçûnên diqewimin navçeyên Serêkaniyê, Kaniya Xezalan, Pirsûs, Bêrecûk û Wêranşar ên Rihayê veguherîne qada şer. Piştî ku operasyona bejahiyê hat destpêkirin şaredariyên Kaniya Xezalan û Serêkaniyê “sirûda mehter” lêdan û bi xelkê dan guhdarkirin. 
 
Li gel van her du navçeyan li navçeyên din hema bêje li serê her koşeyî nokteyên lêgerîn û ewlehiyê hatine avakirin. 
 
XELKÊ MALÊN XWE TERIKAND 
 
Ji navçeyên Serêkaniyê û Kaniya Xezalan ji ber pevçûnên dijwar diqewimin û xwe hildn ewlehiyê malên xwe terk dikin. Hema bêje nîvê welatiyên her du navçeyan malên xwe terk kirine û vala bûne. Polîsan bi darê zorê xelkê li ser taxên sînor ên navçeya Serêkaniyê derxist û vala kir. Welatiyên Serêkaniyê li navenda Riha û navçeyên Wêranşar û Siwêregê bicih dibin. Piştî welatiyan malên xwe terk kirin li navçeyê tenê dengê teqînan tê. 
 
MAMOSTEYAN JÎ NAVÇEYÊ TERK KIR 
 
Mamosteyên li navçeyê ders didan jî ji navçeyê veqetiyan. Destûrên peywîrdarên tenduristiyê û çandiniyê heta fermana duyem hatin betalkirin. Li navçeyê ji bilî sewqiyat û tevgera eskerî tiştek din xuya nake. Hema bêje ji 10 deqîqeyan carek ji hoperlorên şaredariyê bang tê kirin. Destûr nayê dayîn welatî derkevin ser banên xwe. Esker û polîs li ser banan bicih bûne û guleyan berdidin aliyê Serêkaniyê ya binxetê. 
 
‘ŞER HER TIM ME DIBÎNE’ 
 
Welatiyên li Serêkaniyê malên xwe neterikandine jî di nava tirs û endîşeyên mezin de ne. Şêniyên navçeyê ji mîkrofona me re axivîn û diyar kirin ku yên derfetên wan hene navçeyê terk dikin û yên derfetên wan nîne jî bi şer re rû bi rû mane. 
 
Welatiyan anî ziman ku heta îro tu zirarek û tehdîtek ji Serêkaniya binxetê ji bo wan çênebûye û wiha bertek nîşan dan: “Bi fermana şer re pevçûnan dest pê kir. Her tim şar me dibîne.” 
 
LI KANIYA XEZALAN JÎ HEMAN REWŞ HEYE 
 
Rewşa navçeya Kaniya Xezalan jî ji navçeya Serêkaniyê ne cudatir e. Li Kaniya Xezalan jî heman tablo heye. 
 
TSK û komên girêdayî wê ji Kaniya Xezalan bi çekên giran mîna top, hawan û obusan êrîş dibin ser navçeya Girê Spî ya Rojava. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî bi çekên wek hawan û roketan bersiv didin TSK’ê û komên wê. 
Ji ber top û hawanên li navçeyê dikevin 2 welatî jiyana xwe ji dest dabûn. Pevçûnên dijwar dibe sedema metirsiyek mezin di nava xelkê Kaniya Xezlan de. Ji duh ve koçberiyê li Kaniya Xezalan dest pê kir û hema bêje ji sedî 80 navçeyê vala bûye. Hêj hin welatî li navçeyê mane û di nava tirsê de ne. 
 
Bênavber di hoparlorên şaredariyê de bang têk irin û tê xwestin welatî ji ser sînor dûr bimînin. 
 
SERANSERÎ RÊ SEWQIYATA ESKERÎ HEYE 
 
Hin rêyên diçin Kaniya Xezalan û Serêkaniyê ji aliyê esker û polîsan ve bi temamî hatine girtin. Bi otobusan endamên OSO’yê vediguhezînin he du navçeyan jî. 
 
Her wiha li ser sînor Pirsûsê jî bi yekîneyên eskeriyê re tank, topên obusê, maşîneyên zirxî, cebilxane, alîkariya lojîstîk û malzemeyên medikal tên veguheztin. Seranserî rêya navçeyê kamyon û TIR’ên malzemeyên eskerî sewq dikin tên dîtin. Sewqiyat di bin ewlehiyek zêde tên kirin. Li navenda navçeya Pirsûsê jî tedbîrên zêde hatine girtin. 
 
Li taxa (bajarok) Elîgorê ya bi ser navçeya Pirsûsê de jî tedbîrên ewlehiyê hatine girtin. Wesayîtên welatiyan tên lêgerînkirin û nasnameyên wan tên kontrolkirin. Welatî piştî sekinandinek dirêj û lêgerînek zêde tên berdan. 
 
ÇAPEMENIYA KURD TÊ ASTENGKIRIN 
 
Gelek rojnamegerên herêmî û biyanî jî geşedanên ser xeta sînor dişopînin. Walîtiya Rihayê ji bo çapemenî dikaribe bi hêsanî operasyonê bişopîne girek li navçeya Kaniya Xezalan amade kir. Tenê rojnamegerên akredîte dikarin bigirin hildidin vî girî. Akredîtasyonê nadin endamên çapemeniya kurd û nahêlin li ser wî girî weşanê bikin. Hêjayî gotinê ye mirov dikare bêje ku çapemeniya kurd li herêmê tê astengkirin. 

Sernavên din

12/10/2019
10:46 'Pêwîste li dijî şer em barîkatên azadiyê ava bikin’
10:09 Meclîsa Nûneran a DYA’yê bertek nîşanî biryara ‘vekişînê’ ya Trump dan
10:08 'Herin hefteyek din werin'
09:55 Li Êlihê Kolana Adaletê careke din girtin
09:51 Jinên dinava şer de dijîn: Dixwazin me bitirsînin, lê em bajarê xwe terk nekin
09:40 Ji Hunermend Necmedîn Xulamî bo Rojava peyama piştgiriyê
09:26 Ji ber parvekirinên êrîşê 2 kes hatin girtin
09:19 Hunermend Kayhan Kalhor: Em ê bi berxwedanê êrîşan bişkînin
09:10 Wê ji bo endamên Grûp Yorûmê ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve meşek bê lidarxistin
09:07 'Bi navê 'Kaniya Aştiyê' wateya peyvan jî diherimînin'
09:07 Ciwanên HDP'î: Bibin dengê Rojava
09:06 ‘Şerê ku dê di navbera gelan de bibe sedema birînên xedar rawestînin!'
09:06 'Êdî teqez divê kurd bibin yek'
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2019'AN
01:10 Êrîşî ambulansên Heyva Sor a Kurd dikin
11/10/2019
23:16 Navên kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
23:12 Îddîa: Tirkiye li Hêzên Taybet ên DYA'yê xist
23:01 Xelkê Sine, Bane û Dîgulan ji bo Rojava meşiyan
22:34 Gelê Germiyan: Ji bo piştgirîya Rojava bibin yek
22:01 Trump biryarname îmze kir: Em dikarin aboriya Tirkiyeyê bêkêr bikin
21:41 Pevçûn belavî sînorê Cizîr û Sîlopiyê jî bûn
21:14 Serokê AKP’ê yê Nisêbînê ji ber berteka gel xwe spart nexweşxanê
20:55 10 baroyan li dijî şer daxuyanî dan: Bi lez şer rawestînin
20:24 Kino Gebrîyel: Hêza me êrîşî Nisêbînê nekiriye
20:13 Gelê Nisêbînê bertek nîşanî polîsan dan: Êdî bes e
19:56 Wezîrê Parastina DYA Esper: Tirkiye aramiya herêmê xera dike
19:47 5 cenaze anîn Nexweşxaneya Qoserê: Nexweşxane li sivîlan girtin
19:46 Aldar Xelîl: Tirkiye bi çeteyên DAIŞ’ê êrîşî me dike
19:18 Hevşaredarên Bîsmîlê hatin berdan
19:01 Xelkê Sengeserê ji bo Rojava meşiyan
18:48 Li Kaniya Xezalan a Rihayê gel bajêr vale dike
18:47 Li Nisêbînê teqîn: Mirî û birîndar hene
18:29 Topeke hewanê li taxeke Pirsûsê ket: 2 kes mirin
18:24 Li Cizîrê agir bi tankêra sotemeniyê ket
18:19 Hevşaredarê Sêrtê yê berê Tûncer Bakirhan hat berdan
17:20 Li Girê Spî bombebaran: 3 welatî hatin kuştin
17:14 Polisan li Nisêbînê Dayika Aştiyê Tarlak binçav kir
17:05 Hevşaredarên Bismilê hatin binçavkirin
16:37 DAIŞ'ê li Qamişlo bi bombeyê êrîş kir: 3 kes mirin 9 kes birîndar bûn
16:34 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:27 Baroya Amedê: Bila şer demildest were sekinandin
16:13 Berdevkê Mafê Mirovan ê NY'yê: Tirkiye li sivîlan dide
16:13 Li Qoserê qereqola leşkerî vale kirin
16:12 KCD-HDP: Îtifaqa AKP-MHP'ê dixwaze pergala dagirker ava bike
16:03 Başaran: Roj roja deng derxistinê ye
15:36 TEV-DEM banga yekitiyê li Kurdan kir: Yan jiyanek azad, yan jî hîç
15:36 Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik: Ev dagirkerî ye
15:07 Akademisyenên Aştiyê: Divê em vî şerî rawestînin
15:04 Yekemîn daneşîna doza malbata Şahîn ku bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat dîtin
14:58 Dadgehê biryara berata rojnameger Demîr da
14:57 QSD'ê bîlançoya du rojan aşkere kir: 262 endamên OSO û TSK'ê hatin kuştin
14:40 Serokê PÎA Kamaç: Divê kurd bi ruhê netewî xwedî li Rojava derkevin
14:25 Dayik û 2 zarokên wê yên jiyana xwe ji dest dan li Hezexê hatin definkirin
14:08 Partiyên Kurd: Hêza xwe zû vekişînin
13:57 Platforma Demokrasiyê ya Êlihê banga çareseriya bêşer kir
13:56 Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker hat binçavkirin
13:40 Jinan ji Amedê bang kirin: Em bang li her kesê dikin ku li dijî şer derkevin
13:33 Ji Pûtîn hişyariya êrîşê: Dibe ku DAIŞ'î ji girtîgehan birevin
13:33 10 cenazeyên eskeran anîn Nexweşxaneya Serêkaniyê
13:07 Şer li seranserî sînor belav bûye: TSK û komên wê windahiyên giran didin
13:04 Bijîjkên Sînor Nenas: Bi êrîşê re nexweşxaneya li Grê Spî hat girtin
12:56 Danişîna doza Rojnameger Meşale Tolu taloq kirin
12:56 Binçavkirinên rêveber û endamên HDP’ê dewam dikin
12:41 Turkdogan: Ew di şer de, em di aştiyê de israr dikin
12:24 Endamên DAIŞ’ê ji bo ku birevin ketin nava tevgerê
12:13 Şaredariya Nisêbîne hemû şahiyên çandî betal kirin
12:10 Li her du navçeyan jî xelkê malên xwe terikandin
11:41 Ayşe Efendî: Em li Kobanê bi ser ketin emê dîsa bi ser bikevin
11:41 Kesên di şermezarkirina operasyonê de hatin binçavkirin hatin berdan
11:18 Fransa: Ambargoya li ser Tirkiyeyê li ser masê ye
11:07 Li Rojhilat jî gel êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin
10:32 Şerê li ser sînorê Serêkaniyê dijwar bû, tevgera ambûlansan heye
10:23 Qeyûmê Mêrdînê wesayîtên cenazeyan desteser kir
09:57 Mele Hecî Kadah: Nedayîna cenazeyan di ola îslamê de nayê qebûlkirin
09:56 Seranserî şevê li ser sînorê Nisêbîn û Qoserê şer hebû
09:56 Kanala Falkon Family rêzefîlmên tirk rawestand
09:55 Êrîşên li ser axa Rojava bi giranî didomin
09:55 Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sîvîlan vebû
09:43 Nivîskara Rûşen Tûtkû piştî 29 salan hat berdan
09:16 Polîsan bi ser mala Rojnameger Bêrîtan Canozer de girtin
09:16 Dozger pêwistî bi lêpirsîna îşkenceyê nedît
09:15 Hunermend: Ev êrîş talankirina mirovahiyê ye
09:15 Xaniyê Pêlîstokan a Tahir Elçî hat avakirin
09:14 Oneren: Armanc binpêkirina destkeftiyên kurda ye
09:13 Bi belgefîlma ‘Jeotermal Yettî Garî’ bal kişandin ser talana bi JES'an tê kirin
09:13 Şêniyên gundên li sînor: Bila êrîşên li ser Sûriyeyê bi dawî bibin
09:12 Polîs, sîxurtiyê li xwendekarên zanîngehê ferz dikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2019'AN
10/10/2019
22:13 Li Cinêwê operasyon hat şermezarkirin
22:01 Gelê Qeladiz û Ranya êrîşên TSK'ê yên li dijî Rojava şermezar kir
21:44 Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sivîlan girtin
21:18 Polîsan êrîşî bîranîna 10’ê Cotmehê kir
20:56 Gelê Mexmûrê li dijî êrîşa TSK'ê meşiyan
20:47 Bi hezaran kes li Silêmaniyê dijî êrîşên Tirkiye dimeşin
20:46 Eskerekî Artêşa Mîllî ya Sûriye di şerê Serêkaniyê de mir
20:11 Di êrîşên TSK’ê yên li dijî Girê Spî de 4 sivîl hatin kuştin
19:34 Li Qamişlo 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
19:30 Bombeyên li Girê Spî ketin di dîmenan de hatin dîtin
19:25 Sewqiyeta ji bo Kaniya Xezalan dewam dike
18:34 Li Qamişlo jinekê jiyana xwe ji dest da û li Serêkaniyê jî sivîlek birîndar bû