ENQERE - 8 kesên di şermezarkirina operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê, bi armanca şermezarkirina li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwest li bi dirûşmeya “Ji şer re na” li Kolana Sakarya çalakî lidar bixe. Lê polîsan mudaxileyî çalakgeran kir û 8 kes bi lêdanê binçavkirin.
Polîsan 8 kesên binçavkiribûn bibin Qereqola Çanakaya û lêgerîna tazî ferzî wan kirin. Endamên partiyê yên ev pêkanîn qebûl nekirin li qereqolê carek din hatin derp kirin. 8 kesên ku ji bo rapora tenduristiyê birin nexweşê, piştî îfadeyên wan ên li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Enqerê qediyan, hatin berdan.