NAVENDA NÛÇEYAN - Gêlê Rojhilatê Kurdistanê jî, li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakurê Sûriyeyê daketin qadan û êrîş şermezar kirin. Da çalakiyên hatin lidarxsitin de, banga tevlîbûna çalakiyan hat kirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî, gel êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Gel duh daketin qadan û bertek nîşanî operasyonên Tirkiyeyê dan. Hat payîn ku îro jî, bi heman awayî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê gel dakevin qadan û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin.
Di heman demê de kurdên Xorasanî jî bang li gel kirin daku îro li ber derê konsolosxaneya Dewleta Tirkiyeyê ya li Xorasan kom bibin û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin.
Duh li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî komek parêzer li dijî êrîşan çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin. Li gorî agahiyan ji hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê hatiye xwestin ku îro saet 16:00’an de dakevin kolanan û êrîşên Tirkiyeyê Tirk şermezar bikin.