MÊRDÎN - Waliyê Mêrdînê ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, wesayîtên cenazeyan ku beriya niha ji şaredariyên Şemrex û Dêrikê re hatibûn terxankirin, desteser kir.
Piştî Hilbijartina 31'ê Adarê, rêveberiya nû ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, wesayîta cenazeyan, bangeran û kemçe jî di nav de hin wesayîtên kar ji şaredariyên Şemrex û Dêrikê re terxan kiribûn. Her wiha ji bo bersivandina pêwîstiya çûn û hatinê ya welatiyan li ser xeta Mêrdîn-Qoser-Dêrik-Şemrexê seferên otobusan dabû destpêkirin.
Waliyê bajar Mustafa Yaman ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, wesayîtên cenazeyan jî di nav de van wesayîtên kar ku ji her du şaredariyan re hatibûn terxankirin, desteser kir û careke din ji her du şaredariyan stand. Dîsa otobûsên ku rojên seferan dikirin jî ji vê xetê girt û da ser xeteke din.
Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez têkildarî mijarê diyar kir ku pêkanîna qeyûm gel mexdûr kiriye û got ku dê bi derfetên xwe vê pirsgirêkê çareser bikin.