STENBOL - Li navçeya Bahçelîevlerê, li ser deriyê malbatek Elewî sembola MHP’ê û îşareta xaç hat xêzkirin. Li ser derî nivîsên “Ji vir bicihimîn bêol” û “Îsam” hatin nivîsandin. Berî hefteyekê li Meletiyê jî heman bûyer rû dabû.
Li taxa Kocasînan a navçeya Behçelîevlera Stenbolê, li ser deriyê malbatekê Elewî, bi sembola nîjadperest û nivîsan hat îşaretkirin. Deriyê mabata Elewî, bi nivîsên “Ji vir bicihimîn bêol” û “Îsam” hat îşaretkirin. Tê texmînkirin ku bûyer şevê din rû daye û malbatê di saetên serê sibê de îşaret ferq kirin. Malbata ku ji ber ewlekariya canê xwe nexwest navê xwe bide, bi fikarin. Hat diyar kirin ku, berî salekê li ser nasnameyên malbatê di beşa olî de navê “Îslamê” jêbirine. Malbata ku berî çend mehan diz ketin mala wan, îdîa kirin ku di dema giliyê bûyerê dikirin de, nasnameyên xwe dane polîsan û polîsan di beşa ol a nasnameyê de bi pênûsê “Îslam” nivîsandin e.
Di 22’yê Mijdarê de li Meletiyê jî heman bûyer rû dabû. 13 malên Elewiyan ên li kolanên Mercan û Gokalp ên Taxa Cemal Gursel hatibûn îşaretkirin.