AMED - Komeleya Rengarebk Ûmûtlar, Xaniyê Pêlîstokan a Tahir Elçî ava kir.
Komeleya Rengarenk Ûmûtlar ku di sala 2017'an de li Sûr a Amedê hat avakirin, 2 sal in li taxan ji bo zarokan atolyeyên cur bi cur çê kirin. Vê carê jî komeleyê ji bo zarokan bi navê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Minareya Çarling hat kuştin, Xaniyê Pêlîstokan a Tahir Elçî ava kir. Pêlîstokên du sal in hatine berhevkirin li Xaniyê Pêlîstokan hatin komkirin. Zarokên ku nikarin pêlîstokan peyda bikin wê ji Xaniyê Pêlîstokan a Tahir Elçî karibin ji xwe re pêlîstokan peyda bikin. Wê Xaniyê Pêlîstokan a Tahir Elçî di 14'ê Cotmehê de bê vekirin û tê payîn wê hevjîna Elçî Turkan Elçî tev li merasîma vekirinê bibe.
Koordînatora Komeleya Rengarenk Ûmûtlarê Yeter Erel Tûma, bilêv kir ku armanca komeleyê ew e ku li Sûrê zarokên tesîr ji şer girtine bên rehabîletkirin. Tûma, da zanîn ku wan navê Tahir Elçî li xaniyê pêlîstokan kiriye û ev xanî berhema xebateke kolektîf e.
ATOLYE Û ZÛGOTINOKÊN BI KURDÎ
Her wiha Tûma, ji bo atolyeyên ku komele çê dike jî got: "Em bi van atolyeyan hewl didin ku zarok pêş bikevin, qabîleyata wan derkeve holê. Jibo vê atolyeyên me yên drama, folklor, muzîk û ziman hene. Zimanê zikmakî yên zarokan ji bo me pir biqîmet e. Atolyeyên me yên zayendiya civakî û mafên mirovan hene. Beşdarvanên çalak ên komeleyê jin û zarok in. Mesela kalên hin zarokan tên vira xeberoşk an çîrokên bi kurdî dibêjin. Jin tên bi kurdî distrên û zûgotinoka dibêjin."
Tûma, bilêv kir ku 35 dildarên komeleyê hene û got: "Taxên Sûrê niha ji bo zarokan ne ew tax in ku hin derfet bên peydakirin. Qadên lîstikê tune ne, park tune ne. Piştî dibistanê qadeke civakiyî ku biçinê tune ye. Piştî malbat û zarokan xwest tiştekî wiha çê bibe, me jî xaniyê pêlîstokan çê kir. Me navê Tahir Elçî lê kir. Kesên li vira jî hej ji vî navî kirin. Her wiha Elçî aktivîstê mafên zarokan bû jî. Pergaleke me ya xaniyê zarokan heye. Pêşî em ji bo zarokan formekî tomarkirinê amade dikin. Heftê du rojav vekiriye. Zarok tên pêlîstokan dibin malê û piştî pê dilîzin dîsa tînin û vê carê pêlîstokeke din dibin. Zarokên rewşa wan î aborî nebaş e, nikarin her pêlîstokê peyda bikin. Lê dikarin werin pêlîstokên li vir bibin. Em bi vê kêfxweş dibin."