ENQERE - Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, bilêv kir ku operasyona li hemberî Bakur û Rojhilat Sûriyeyê, ji bo binpêkirina destkeftiyên kurdan tê kirin.
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.
Oneren, anî ziman ku Rojava pergaleke alternatîf a civakiyî afirandiye û got, sedema êrîşê jî ev e. Oneren, destnîşan kir ku tevî îktîdara AKP-MHP'ê DYA'yê ji ber vê alternatîfê nerihet e û got, bi salan e li hemberî kurdan polîtîkayên asîmlasiyon, înkar û tunekirinê pêk tên. Oneren, destnîşan kir ku sedema sereke ya operasyona Tirkiyeyê binpêkirina destkeftiyên kurda ye û got, hikûmeta AKP'ê her du aliyên sînor jî veguherandiye rewşeke bêewle.
'OPERASYONÊ HÊZA ÇETEYAN XURT DIKE'
Oneren, bilêv kir ku operasyona tê kirin hêza çeteyên li herêmê xurt dike û got: "Ancax gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sosyalîst û şoreşgerên Tirkiyeyê dikarin çokê bi van çeteyan deynin. Her wiha gava kedkar, karker, kurd, elewî, gelên bindest û LGBTÎ bibin yek dikarin ji faşîzma AKP-MHP'ê xelas bibin."
Oneren, ji bo CHP û Partiya ÎYÎ'yê ku tevî îktîdarê ji bo tezkereya leşkerî gotin "erê" jî got: "Wekî muxalif dixuyên lê belê tu xêr ji partiyên ku destekê didin îktîdarê dernayê."
Oneren ku got "Em naxwazin zarokên me di şer de bimirin, em li dijî kesên şer gur dikin" ji bo têkoşînê bang li tevahiya gelan, kedkar, hêzên demokrasiyê kir.