MÊRSÎN - Polîs, di bin navê "alîkariyê" de sîxurtiyê li xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê ferz dikin.
Polîs, di bin navê "alîkariyê" de sîxurtiyê li xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê ferz dikin. Xwendekar Mahmût Çevîk û S.A., diyar kir ku wan gef û teklîfên polîsan red kirine û xwestin zextên li ser wan bi dawî bibin.
HATIN BINÇAVKIRIN
Endamê Partiya Azadiya Civakiyî (TOP) Mahmût Çevîk, anî ziman ku polîsan gazî wan kiriye û çûne qereqolê û li qereqolê derbarê mijarên daxilî wan nebûne de pirs hatine kirin. Çevîk, bilêv kir ku polîsan gef li hevalên wî xwariye û xwestine derbarê TOP'ê hin malûmatan bi wan re parve bikin. Çevîk, da zanîn ku bi awayekî kêfî 6 saetan di bin çavan de maye û got: "6 saetan li nezaretxaneyê mam. Paşê ji bo min bidin ber pirsan birin cem komîser. Bi navê ku hevalên min pê gazî min dikin gazî min kirin. Gotin, ew bixwazin dikarin min hefteyekê jî li vira bihêlin û gtin, 'Ev girêdayî biryara ku tê bidî. Em dizanin tu çi dikî.'"
Çevîk, destnîşan kir ku polîsan jê re gotiye ger tu alîkariya me bikî em ê karekî ji te re bibînin û got jê re gotine: "Eger tu nekî em ê xwe bigihînin hin kesên din. Em ê nehêlin tu li vira karibî tu tiştekî jî bikî."
Xwendekar S.A. jî bilêv kir ku polîsan gef lê xwariye û di bin navê "alîkariyê" de sîxurtî lê ferz kirine. S.A., got: "Em pir bi teklîfên sîxurtiyê û bûyerên tacizê re rû bi rû dimînin. Lê wê bi van tiştan nikaribin me bitepisînin. Heman tişt hat serê min jî. Pêşî min şopandin. Paşê ez binçav kirim. Gef li min xwarin û gotin, 'Tu alîakriya me bike, em ê jî alîkariya te bikin.' Lê belê divê em ji tişta pê bawer in tu carî bi paş ve gav neavêjin."