* Polîs, di bin navê "alîkariyê" de sîxurtiyê li xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê ferz dikin.
* Şêniyên gundên Kurdan ên li Kirikhan a Hatayê, bal kişandin ser şer û xwestin rojek berî rojekê êrîşên li ser Sûriyeyê bi dawî bibin.
* Derhêner Mûrat Yuksel û rojnamevan Onûr Yildirim, belgefîlma "Jeotermal Yettî Garî" çê kirin. Yuksel û Yildirim ji bo belgefîlmê li 20 gundan geriyane û bi belgefîlmê bal dikişînin ser talankirina xwezayê ya ji ber JES'an pêk tê.
* Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, bilêv kir ku operasyona li hemberî Bakur û Rojhilat Sûriyeyê, ji bo binpêkirina destkeftiyên kurdan tê kirin.
* Komeleya Rengarebk Ûmûtlar, Xaniyê Pêlîstokan a Tahir Elçî ava kir.
* Hunermendan ji bo êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin "talankirina mirovahiyê ye" û xwestin şer raweste.
* Danişina doza nûçegîhana ETHA Meşale Tolu û ESP’î jî di navde 27 kesên doz li wan hatibû vekirin wê li 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayana Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Komeleya Jinan a Rosa wê li dijî êrîş û operasyonên TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin wê li komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)
* Îtîfaqa Partiyên Kurdistanî, wê li dijî Operasyona TSK'ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Partiya Sosyalîst a Kurdistan ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)
* Danişîna doza Xwediya Îmtîyazê ya Rojnameya Karinca Necla Demir wê li 33'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.45)
* Platforma Demokrasiyê ya Êlihê, wê li dijî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin, wê li Şaxa Petrol-İŞ a Êlihê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Komeleya Xwendekarên Azad a Munzurê (MODER) wê bi şahiyekê komeleyê vekin. (17.00)