AMED - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), serlêdana lîstikvanê Amedspor Deniz Nakî qebûl kir û parastin ji Tirkiye xwest.
Amedspor ku li Tirkiye di 2'emîn Ligê de piştî maça 31'ê Çileya 2016'an a li qada Bursasporê 2-1 Bursa têk bir û derket finala çarîkê, lîstikvanê qulûbê Deniz Nakî, li ser hesabê medya parvekirin kiribû. Li ser vê yekê Lijneya Tahkima Federasyona Futbola tirkiye (TFF) bi hinceta "propaganda bîrdozî kiriye" 12 lîstik li Nakî qedexe kir. Dîsa 19 hezar û 500 tl cezayê pereyan birî. TFF'ê di 17'ê Nîsana 2016'an de dîsa piştî lîstika Amedspor - Keçîorengucu bi heman sedemê 3 puanên Amedsporê daxist. Li ser vê yekê Amedspor li dijî TFF'ê îtîraz kir û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. Amedspor bi riya parêzer Soran Haldi Mizrak û Neşet Girasun, serî li DMME'ê dan. Heyeta DMME'ê jî serpêdana parêzeran qebûl kir û parastin ji Tirkiye xwestin.
MA / Deniz Tekin