MÊRDÎN - Piştî TSK'ê dest bi operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sivilan girtin. Rayedarên dewletê piştî şer li ser sînor zêde bûn, Nexweşxaneya Dewletê li sivîlan girtin.
Operasyon û êrîşa TSK'ê ya li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja duyemîn de didome. Piştî TSK'ê dest bi êrîşan kir, şer li seranserî sînor belav bû. TSK li hemberî Girê Spî, Qamişlo, Serêkaniyê, Kaniya Qezalan bê navber topan davêje navenda bajaran. Piştî şer zêde bû, rayedaran deriyê Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sivîlan girt. Rayedaran bi hinceta "Wê êriş pêk bê" deriyê nexweşxaneyê li sivîlan girt. Nexweş sewqî nexweşxaneyên din hatin kirin. Biryar li ser hesabe medya civakî ya Şaredariya Nisêbînê hat parvekirin. Rayedaran xwest ji bo derzî û serûman welatiyên nexweş dikarin biçin Kabîneya Tenduristiyê ya Şaredariyê û dikarin serî li telefona 0482 415 01 20 bidin.