SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê bi beşdariya hezaran kesan, li dijî êrîşên TSK'ê yên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, dimeşin. Di meşê de dilsoziya bi berxwedana şervanên QSD’ê re tê ziman.
Li Silêmaniyê bi hezaran welatî li dijî êrîşên TSK'ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê sûriyeyê, bi dirûşme û pankartan tineşin. Meşa ku ji aliyê Bereya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ve tê organîzekirin, li Kolan Salim (Saholeke) destpê kir. Jin, ciwan, mamoste, siyasetmedar, rêveberên partî û rêxistinan jî di nav de bi hezaran şêniyên Silêmaniyê tevlî meşê dibin. Di meşê de alên QSD, YPG/YPJ û Herêma Kurdistanê hatin vekirin û dirûşmeyên wekî, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana QSD”, “Serkeftin bo Rojava”, “têkoşan bo Rojava”, “yeke yeke gelê Kurd yek e”, “terorîst Erdogan” tên berzkirin.
Girse heta Baxê Giştî meşiyan û li vir daxuyanî dan.